H’emû nûçeSereke

Dîplomatê hindî avakirina têkilîyên dîplomatîk di navbera Ermenîstan û Pakîstanê de wek pêvajoyeke normal dibîne

Balyozê berê yê Hindistanê li Urdunê, Lîbyayê û Maltayê Anîl Trîgûnayat bawer dike ku têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Hindistanê de xwedî cewherek stratêjîk in.

Dîplomatê hindî derheqa wê yekêda hevpeyvîna bi peyamnêrê «Armenpress» ê re gotîye.

“Têkilîyên di navbera Hindistanê û Ermenîstanê de dikarin bi têrmînolojîya nûjen wek stratêjîk bên binavkirin. Ez pir kêfxweş im ku ew ber bi rêça rast ve çûne. Hûn dizanin ku Hindistan û Ermenîstanê ji sedsala duyemîn ya berî zayînê ve têkilîyên wan hene, û di serdema navîn de jî têkilîyên pir pêşkeftî di navbera her du neteweyan de hebûne. Li Hindistanê civakên ermenî yên pêşkeftî hene, û hejmareke mezin ji hindî niha li Ermenîstanê ne.Sedsala 20 î de, têkilî bi giranî di nav Yekîtîya Sovyêtê re derbaz bûe. Lê belê, gava ku Ermenîstan wek dewletek serbixwe hatîye ragîhandin, ew tavilê ji hêla Hindistanê ve hatîyee nas kirin. Me her gav têkilîyên xwe parastine”,- dîplomat gotîye.

31 ê tebaxa sala 2025 a, Ermenîstanê û Pakîstanê ragîhandin ku di navbera xwe de têkilîyên dîplomatîk danîne. Dîplomatê hindî vê yekê wek pêvajoyek normal dibîne û tekez dike ku mafê her dewletekê heye ku bi dewletên din re têkilîyan deyne.

“Ev normal e dema ku welat têkilîyên xwe yên dualî berfireh dikin. Tiştekî xelet tê de tune. Bi rastî, tenê pirsgirêka ku Hindistan bi Pakîstanê re heye, veguhestina têrorîzma sînor-derbaîbûyî bo axa Hindistanê ye wekî amûrek sîyaseta wan ya derve. Û ev pirsgirêka me ya herî mezin bi wan re ye. Pakîstan bi gelek welatan re têkilî heye. Her neteweyek, her dewletek mafê wê heye ku hevkarîyên xwe pêş bixe. Heta roja îro, me li Pakîstanê balyozxaneyek jî heye, lê belê, ew kar nake. Sifir tolerans li hember têrorîzmê sîyaseta Hindistanê ye, û heke ew van gavan red bikin, em ê pir dostane bi wan re bin”,- balyoz Anîl Trîgûnayat gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button