Ermenîstan li ser wê xerîtê hatîye nivîsandin, Adirbêcan ne nivîsare: Paşînyan bersiva Elîyêv daye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bersiv daye daxuyanîyên serokkomarê Adirbêcanê ku piranîya navên cîhanê yên axa Ermenîstanê ya niha li ser xerîtên ku ji hêla Rûsya sarî ve di destpêka sedsala 20 î de hatine weşandin bi esilê xwe adirbêcanî ne.
Li gorî “Armenpress” ê, Paşînyan piştî civîna hukumetê di hevpeyvîna bi rojnamevanan re li ser vê mijarê axivîye.
Serokwezîr pêşîyê destnîşan kirîye ku pir girîng e ku medyayê agahdarîyê bi awayekî rast ji raya giştî re bigihîne, û tekez kirîye ku hin dezgehên medyayê nivîsara ku serokkomarê Adirbêcanê gotîye gola Sêvanê tune ye, gola Gyoyçayê heye, lê serokkomarê Adirbêcanê gotîye ku li ser xerîta ku ji hêla Rûsyaya sarî ve hatîye weşandin gola Sêvanê tune ye, gola Gyoyçayê heye.
Ewî destnîşan kirîye ku heger rojnamevan wê xerîtê derxînin, ew ê bibînin ku her çend ew nexşe ji wê alîyê ve ji bo Ermenîstanê nebaş be jî, heger bê xwestin, ew dikare ji bo Adirbêcanê jî bi heman rengî nebaş be. “Bo nimûne, dibe ku derkeve holê ku Ermenîstan li ser wê xerîtê ye, lê Adirbêcan ne li ser e. Heger em li gorî xerîtên sarîst tevbigerin, çima li ser xerîtên sultan yên berî wê, şah, xanat û xelîfetan jî ne Komara Ermenîstanê û ne jî Komara Adirbêcanê heye. Ew xerîta rêfêranskirî pir bi zelal Ermenîstan li şûna Ermenîstana îroyîn destnîşan dike û Adirbêcan li şûna Adirbêcana îroyîn nehatîye nivîsarê”,- Paşînyan gotîye.
Serokwezîr vê yekê wek mijar û nîqaşek bêwate dibîne, nemaze piştî peymanên Waşîngtonêye 8 ê tebaxa sala 2025 a.
Paşînyan pirsîye: “Ew rastîya ku Ermenîstan li ser wê xerîtê hatîye nivîsandin û Adirbêcan nehatîye nivîsandin tê çi wateyê? Ev yek dibe sedema çi encameke sîyasî? Ew rastîya ku navê Vanazorê Kîrovakan bûye û navê Gancayê jî Kîrovabad bûye tê çi wateyê? Encamê vê çi ye?”
Ewî zêde kirîye ku ew bi van hemûyan re qet eleqedar nabe, ji ber ku belgeyên ku 8 ê tebaxa sala 2025 a hatine îmzekirin û îmzekirin hene, û rêziknameyên komîsyonên dîyarkirina sînora yên her du welatan yên ji îlona sala 2024 a hene.
Paşînyan her wiha pirsîye: “Kê got ku ew nav adirbêcanî ne? Ew nav tirkî ne, farisî ne, erebî ne, mongolî ne, û li hin deveran jî rûsî ne”.
Derbarê daxuyanîya Elîyêv ya li ser hatina adirbêcanîyan bo Ermenîstanê bi otomobîla, serokwezîr gotîye ku aşîtî ew e ku mirovên ji Ermenîstanê bikaribin bi otomobîlê herin Bekûyê, û ji Adirbêcanê jî dikarin bi otomobîlê bên Yêrêvanê.
Li gorî serokwezîrê Ermenîstanê, rojeva nîqaşên dîrokî ji bo aşîtîyê xeternak e. Pêşnîyara Paşînyan e û ji belgeyên îmzekirî jî derdikeve holê ku divê ev nêzîkatî bê rawestandin.







