H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê û Hindistanê îhtîmala hevkarîyê di pîşesazîya parastinê de nîqaş kirine

Cîgirê yekem yê wezîrê pîşesazîya têknolojîya bilind yê Komara Ermenistanê Gêvorg Mantaşyan û serokê komîtêya pîşesazîya leşkerî Aram Jivanyan pêşwazî li şandeyeke bi serokatîya sêkrêtarê hevbeş yê wezîreta berhemanîna parastinê (pêşvebirina pîşesazîya leşkerî) ya wezîreta parastinê ya Komara Hindistanê Amît Satîjay kirine. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ji wezîretê ragîhandine.

Di hevdîtinê de, alîyan li ser îmkanên hevkarîyê di pîşesazîya parastinê de nîqaş kirine, û bal kişandine ser warên berjewendîya stratêjîk ya hevbeş. Di heman demê de, rêbazên gengaz ji bo pêşxistina têkilîyên karsazîyê û pêşxistina hevkarîya pratîkî di navbera şîrketên pîşesazîya leşkerî yên her du welatan de hatine nîqaş kirin.

Di kurteya civînê de, her du alîyan girîngîya pêkanîna bernameyên lêkolînê yên hevbeş û pêşxistina potênsîyala hilberînê tekez kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button