H’emû nûçeSereke

Serokwezîr çalekîyên Rûsyayê yên di veguhestina barhilgiran bi rêya trênê bo Ermenistanê  pêşwazî dike

Serokwezîr Nîkol Paşînyan çalakîyên Fêdêrasîyona Rûsyayê yên di warê veguhestina barhilgir ya rîya hesinî  ji axa Adirbêcanê ber bi Ermenîstanê ve bi awayekî erênî dinirxîne.

“Ez çalakîya Fêdêrasîyona Rûsyayê ya di derbarê rîya hesin bi xêr hatî pêşwazî dikim. Dema ku piştî 8 ê tebaxê deng hebûn, di nav de nêrînên pisporan jî, ku ev ji bo Rûsyayê yan Îranê pêşketineke neyînî bû, me got na. Ev biryar wê beşdarî pêşkeftin û kûrkirina têkilîyên Ermenîstan-Rûsyayê bibe. Û sê meh şûnda me berê pêşketinên berbiçev hene 132 vagon . Hûn dikarin xeyal bikin ku 132 vagon çend kamyon in?” Serokwezîr Nîkol Paşînyan di civîna bi rojnamevanan re gotîye, bersiva pirsa “Armenpress” ê daye  ka ew çawa beşdarîya çalek ya Rûsyayê di veguhestina barhilgiran de bi rêya trênê bi rêya axa Adirbêcanê bo Ermenîstanê dinirxîne.

Serokwezîr destnîşan kirîye ku pêvajoyên heyî bi tevahî bi pêşbînîyên hukumeta Ermenîstanê re li hev dikin.

6 ê mijdarê , yekem trênê ku bi genimê Rûsyayê barkirî bûye gihîştîye  Ermenistanê-15 vagon, ku ji axa Adirbêcanê û Gurcistanê derbaz bûne. Bi tevahî, zêdetirî 1000 tonn genim ji Ermenîstanê re hatine veguhastin.

Di demek nêzîk, têra tê dîtin  ku 15 vagonên ku bi qasî 1000 tonn genimê Qazaxistanê barkirî ne, bigihîjin Ermenîstanê.

Wezîreta veguhestinê ya Rûsyayê ragîhandîye ku ew plan dike ku heta dawîya çileya sala 2026 a 132 vagonên din yên genim bi rêya rîya hesin ya nû ya di nav Adirbêcanê re bişîne Ermînistanê.Ajansa fêdêral her wiha îmkanên veguhestina cûreyên din yên barhilgir li ser heman rêyê lêkolîn dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button