Yekîtîya Avropayê piştî civîna Waşîngtonê ji bo parastina hêzê bi Adirbêcanê û Ermenîstanê re soz da ku bixebite

Nûnera taybet ya Yekîtîya Avropayê ji bo Başûrê Kafkasîyayê û krîza li Gurcistanê Magdalena Gronoê li Bêkûyê şêwirmendîyên asta bilind li dar xistine.Ewê li ser mîkrobloga xwe ya X ê derbarê encamên wan de agahî daye.
Ewê ragîhandîye ku 4-5 ê mijdarê li Bekûyê şêwirînên asta bilind hatine lidarxistin, di nav wan de wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov, alîkarê serokkomarê Adirbêcanê Hîkmêt Hacîyêv, nûnerê taybet yê serokkomar Êlçîn Amîrbêkov, û her weha berpirs û pisporên herêmî yên din, da ku rojeva aşîtîyê bi Ermenîstanê re, di nav de girêdan, bi balkişandina ser Naxçêvanê, hevkarîya herêmî û mijarên mirovî, nîqaş bikin.
Gronoyê destnîşan kirîye ku “Yekîtîya Avropayê bi kûrahî pabend e ku bi him Adirbêcan û him jî Ermenîstanê re bixebite da ku hêzê piştî Waşîngtonê biparêze û feydayên aşîtîyê li seranserê herêmê belav bike û bicêribîne”.







