H’emû nûçeSereke
Ermenîstan kategorîya “Cîhê nû yê herî heyecanbar” ya xelatên rêwîtîyê yên Wanderlust Reader Travel Awards 2025 de di rêza 8 emîn de bûye

Komîtêya tûrîzmê ragîhandîye ku Ermenîstanê di katêgorîya “Cîhê nû yê herî heyecanbar” ya xelatên rêwîtiyê yên Wanderlust Reader Travel Awards 2025 de di rêza 8 emîn de cîh girtîye.
Xelatên Wanderlust yên bi prêstîj her sal têne lidarxistin, ku xwendevanên kovarê ji bo cîhên rêwîtîyê yên bijare, opêratorên tûrîzmê û marqeyên xwe deng didin.
Dengdan heta 17 ê cotmeha 2025 a vekirî bûye û xelatgir li Londonê di dema pêşangeha geştîyarîya navneteweyî ya WTM Londonê de hatine ragîhandin.
Hin ji xelatan ji hêla jyûrîyê pispor ve têne destnîşankirin, di heman demê de katêgorîyên ku ji hêla xwendevanan ve têne hilbijartin bi dengdana giştî têne çêkirin.







