Yekîtîya Ewropayê dixwaze navendekê ji bo têkoşîna li dijî dêzînformasîyonên ji Rûsyayê tên ava bike

Li gorî rapora The Guardian ê, hukumeta Yekîtîya Avropayê plan dike ku navendeke berxwedana dêmokratîk ava bike da ku li dijî dêzînformasîyonên ji Rûsyayê û rêjîmên din yên otorîtar derkeve.
Komîsyona avropî armanc dike ku hewldanên pisporên ji Yekîtîya Avropayê û welatên ku dixwazin tevlî hevpeymanîyê bibin, ji bo şerê li dijî manîpûlekirin û destwerdana agahîyên bîyanî bike yek.
Ev fikir bingeha “mêrtalê dêmokratîk” e ku ji hêla seroka komîsyona avropî Ûrsûla fon dêr Layênê ve hatîye pêşnîyar kirin dema ku ew ji bo cara duyemîn berîya hilbijartinên avropî yên sala 2024 a namzet bûye.
Fon dêr Layênê axaftina xwe ya li parlamêntoya Avropayêye meha îlonê fikira avakirina navendeke avropî ya berxwedana dêmokratîk ragîhandîye.
Belge, ku wê 12 ê mijdarê bê weşandin, hûrgilîyên din dide, di nav de tiştê ku komîsîyona avropî wek gefa herî mezin dibîne.
Di reşnivîsa ku ji hêla The Guardian ê ve hatîye dîtin tê gotin:”Ji bilî şerê xwe yê êrîşkar yê hovane li dijî Ûkraînayê, Rûsya êrîşên hîbrîd jî zêde dike û li Avropayê hewil dide ku bandorê li ser xwe bike. Ew dîrokên derewîn belav dikin, carina manîpûlekirin û tahrîfkirina rastîyên dîrokî dihewînin, û ew hewl didin ku bawerîya bi pergalên dêmokratîk lawaz bikin”.







