H’emû nûçeSereke
150 salîya ji dayîkbûna Hraçya Açaryan û 100 salîya destpêkirina avakirina meydana Komarê di salnameya kesayetîyên navdar û bûyerên girîng yên UNESCO ê salên 2026-2027 de cîh girtine

Di civîna 43 emîn ya konfêransa giştî ya UNESCO ê de, ku niha li Semerqendê berdewam dibe, biryar hatîye dayîn ku salvegera ji dayîkbûna zimanzanê ermenî yê navdar, akademîkos Hraçya Açaryan (salên 1876-1953 a) û her weha 100 salya salvegera destpêkirina avakirina meydana Komarê ya Yêrêvanê (sala 1927 a) di salnameya kesayetîyên nvdar û bûyerên girîng yên UNESCO ê ya salên 2026-2027 a de cîh bigire.
Wezîreta Ermenîstanêye karên der radigihîne ku ji sala 1998 a vir ve, 31 salên hobêlyanîyê yên ku ji hêla Komara Ermenîstanê ve hatine raber kirin, di salnameya kesayetîyên navdar û bûyerên girîng ya UNESCO ê de cîh girtine.







