H’emû nûçeSereke

Fîlma rêjîsîor, artîst Anna Maksîmê “Rûyê mêdalêyî din ” li Holîvûdê xelat wergirtîye

Fîlma rêjîsîor, artîst Anna Maksîmê “Rûyê mêdalêyî din ” li Holîvûdê  çarçoveya fêstîvala fîlman ya navneteweyî ya ARPA ê de xelat wergirtîye.

Li gorî “Armenpress” ê, ew di berbijarîya “Baştirîn fîlma dirêj” de wek serketî hatîye nas kirin û Anna Maksîmê xelata “Stêrka bilindbûyî” wergirtîye.

Aktorê ev yek di postekê de li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê  da ragîhandîye.

Fîlma dirêj “Alîyê mêdêlyî din” hem serketin û hem jî nizimbûna jîyana haltêrvana giranîyê ya navdar, du caran çêmpîyonê cîhanê û Avropayê Nazîk Avdalyanê raberî temaşevanê berfireh dike, rûpelên ku dibe ku hevalên nêzîk yên Avdalyanê jî pê nizanibin eşkere dike.

Piştî ku di qezîya trafîkê bi giranî birîndar bûyî, Nazîk Avdalyan heft salan ji werzîşa mezin dûr maye, dû re vegerîyaye û tevî bêbawerîya kesên derdora xwe û êşa fîzîkî ya nemirovane, du caran bûye çêmpîyona Avropayê, û îzbat kirîye ku heke îradeyek û ruhek bêwestan hebe, tiştek ne mûmkîn e.

Anna Maks ku di heman demê de rola Nazîk Avdalyanê dilîze, berê destnîşan kiribû ku dîrok pirsan derdixe holê û hin bersivan dide.Ewê tekez kirîye ku “Ez çi dixwazim, çi rê li ber min digire ku ez vê bikim, xwesteka min ji bo Ermenîstanê çiqas girîng e? Bi raya min, Nazîk Avdalyanê bersiva van pirsan daye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button