H’emû nûçeSereke

Qazaxistan amade ye ku mehê 15-20 hezar tonn genim bişîne Ermenîstanê

Opêratorê genim yê neteweyî yê Qazaxistanê bi hevkarên ermenî re danûstandinan dike ku bi dabînkirina stabîl ya genimê Qazaxistanê re eleqedar in. Çavkanîyên Qazaxistanê radigihînin ku dibe ku di pêşerojê de şandina genim bo Yêrêvanê zêde bibe.

Yekem trênê ku genimê Qazaxistanê hildigirt gihîştîye Ermenîstanê.Trênê 15 vagonî, ku nêzîkî 1000 tonn hildigirt, bi serkeftî rêyeke nû ji Qazaxistanê di nav Rûsyayê, Adirbêcanê û Gurcistanê re temam kirîye. Li gorî korporasîya Qazaxistanêye xwarinê ,ev korîdora tranzîtê dikare di dawîyê de bibe rêyeke daîmî ji bo genim û barên din yên Qazaxistanê ber bi Yêrêvanê.

Li gorî rêveberê “NK Prodkorporasîya” ê Tobîlbêk Omarov, ew amadeye ku mehê 15-20 hezar tonn genimê xwarinê bide xerîdarên ermenî.

Cotmehê opêratorê Qazxistanêyî genimê neteweyî peymaneke hevkarîya demdirêj derbarê dabînkirina genim ji xerîdarên ermenî re îmze kirîye.

Sala 2025 a korporasîya Qazaxsitanêye xwarinê, genimê Qazaxistanê hinardeyî Asyaya Navîn, Kafkasya (Adirbêcan, Gurcistan), Rojhilata Navîn (Îran), Afrîkaya Bakûr (Aljîr, Maroko) û Asyaya Başûr-rojhilatê (Vîêtnam), û her wiha Çînistanê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button