Alîkarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der û balyozên welatên Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê, li ser pêkanîna plana çalakîyê ya serbestkirina vîzayê gotûbêj kirine

Alîkarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan, serokên dêlêgasîya Yekîtîya Aropayê yên li Ermenîstanê û serokên nûnertîyên dîplomatîk yên welatên Yekîtîya Avropayê qebûl kirîye.
Bi ragîhandina “Armenpress”ê, ji wezîreta Ermenîstanêye karên elam kirine, ku di hevdîtinê de çend mijarên têkildarî berfirekirina rojeva dualî ya di navbera Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê û Ermenîstan û welatên endamên Yekîtîya Avrapayê, pêşhatên ku di çarçoveya proseya serbestberdana vîzayan de qewimîne û bi taybetî pêkanîna plana karkirinê ya serbestberdana vîzayan di zûtirîn dem de ji alîyê Ermenîstanê-Yekîtîya Avropayê ve hatine gotûbêj kirin.
Civînê de behsa rêkeftinên di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de ku 8 ê tebaxê li Waşîngtonê hatibû kirin û herwiha behsa proseya asayîkirina pêwendîyên Ermenîstan û Tirkîyayê jî hatine kirin.







