SerekeSîyasî

Balyozên kîjan welatan li Adirbêcanê vexwendina Bekûyê paşguh kirine û beşdarî meşa leşkerî ya 8 ê mijdarê nebûn?

8 ê mijdarê li Bekûyê merasîmeke leşkerî ji bo  salvegera pêncemîn ya “Roja serkeftinê” (gilî deheqa şerê 44 rojî yê li dijî Arsaxê ku di sala 2020 î dest pê kirîye) hatîye lidarxistin. Mêvanên ji welatên cuda beşdarî merasîmê bûne.Nav wan de serokkomarê Tirkyayê Receb Tayîb Êrdogan, serokwezîrê Pakîstanê Mihemed Şahbaz Şerîf, şandeyeke bi serokatîya cîgirê serokwezîr û wezîrê parastinê yê Slovakyayê Robêrt Kalînîak, serfermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Sêrbîyayê, gênêral Mîlan Moysîlovîç, wezîrê Qazastanêyî parastinê Daûrên Kosanov û her wiha cîgirê wezîrê Erebstana Saûdîyêyî parastinê, cîgirê serokwezîrê  Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, wezîrê  Qirqizistanêyî parastinê, cîgirê wezîrê Yzbêkîstanêyî parastinê  û nûnerên korpûsa dîplomatîk bûne.

Rojnameya Minval.az a alîgirê hukumeta Adirbêcanê radigihîne ku 75 welat di standan de hatine temsîlkirin. 37 ji wan, di nav wan de Rûsya, Ûkraîna, Komara Çêxîyayê, Macaristan, Moldova, Çînistan, Îsrayêl û Îran, di asta balyozan de hatine temsîlkirin, di heman demê de Brîtanyaya Mezin, Çîlî, Afganistan, Îtalya û çend welatên din jî bi karbidestan hatine temsîlkirin. Dewletên Yekbûyî, Komara Korêyayê, Polonya û çend welatên din ataşeyên xwe yên leşkerî şandine (gelek welat hem di asta balyoz û hem jî ataşeyên leşkerî de hatine temsîlkirin).

Her wiha dezgeha medyayî ya Adirbêcanê destnîşan dike ku nûnerên hin welatan, tevî ku vexwendname wergirtine jî, li ser dikê nehatine.

Tê destnîşankirin ku gelek kesan “sedemeke rêzdar” hebû yan jî wekî hincet pêşkêş kirin. Balyozên Almanyayê, Latvîyayê û Swîsrê li derveyî Adirbêcanê bûne. Nûnerê konsêya Avropayê civînek berê hatibû plankirin hebû, balyozê Yûnanistanê amadekarîya terikandina welêt dikir, û mîsyona balyozê Portûgalyayê jî bi dawî bûye.

Lê belê, li gorî ajansa medyayê, hin dîplomatan bêyî ravekirin vexwendin paşguh kirine. Ev yek, bi taybetî, ji hêla balyozên Fransîyayê, Bêlçîkayê, Holandîyayê, Lîtvayê û Aûstiryayê, û her weha nûnerên Yekîtîya Avropayê, Netewên Yekbûyî ve hatîye kirin. Balyozên Îspanyayê û Êstonyayê êvara 7 ê mijdarê têlêfon kirine da ku wan agahdar bikin ku ew ê meşê bişopînin, lê ji wan re hatîye gotin ku îdî kursî nayên veqetandin.

Minval ji ber nebûna beşdarbûna meşê, gelek tohmet li dîplomatên avropî, bi taybetî balyozên Yekîtîya Avropayê, Fransîyayê û Hollandîyayê, kirîye.

“Serokatîya Yekîtîya Avropaye guherîye, û mirov hêvî dike ku sîyaseta wê jî guherîye. Lê heger nûnerê Yekîtîya Avropayê niha vexwendina meşê ya ku ji bo salvegera pêncemîn ya serkeftina li Qerabaxê hatîye lidarxistin paşguh dike û sedeman jî rave nake, gelo sîyaseta Yekîtîya Avropayê bi rastî ewqas guherîye? Ma ew hîn jî tercîh dike ku “li kêleka Ermenîstanê bisekine” tevî ku şer bi dawî bûye”,- dezgeha medyayê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button