SerekeSîyasî

Sûrya û Amêrîka li ser pêkanîna rêkeftina bi kurdan re li hev kirine: wezîreta  Sûryayêye karên der

Wezîreta  Sûryayêye karên der û koçberan  ragîhandîye ku di danûstandinên sûrî-amêrîkî de, her du alîya li hev kirine ku pêkanîna peymana 10 ê adarê bidomînin, ku tê de întêgrekirina “Hêzên dêmokratîk yên Sûryayê” yên kurdî di nav refên artêşa erebî ya Sûryayê de jî heye. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ajansa  Sûryayêye SANA ê ragîhandîye.

Li gorî daxuyaniya wezîreta  karên der, alîyê amêrîkî her wiha piştrast kirîye ku ew ê piştgirîyê bidin lihevkirineke ewlehîyê bi Îsrayêlê re ku armanca wê xurtkirina aramîya herêmî ye.

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp amadebûna xwe ji bo piştgirîya hewldanên ji nû ve avakirin û veberhênanê li Sûryayê nîşan daye, û tekezî li ser pabendbûna Amêrîkayê ya ji bo berdewamîya rakirina dorpêçan kirîye.

Wezîretê dîyar kirîye ku bi fermana serok Tramp, civîna berfireh ya xebatê qewimîye, beşdarî kîjanê bûne wezîrê  Sûryayêyî karên der  Esed Hesen El-Şaybanî, wezîrê Amêrîkayêyî karên der Marko Rûbîo û wezîrê  Tirkîyayêyî karên der  Hakan Fîdan.

10 ê mijdarê, serokê Sûryayê Ahmed aş-Şaraa bi serdana fermî li qesira Sipî  rastî serokê Amêrîkayê Donald Tramp hatîye. Hevdîtinê de, ku  sehetekê  zêdetir dom kirîye, serok Tramp heyranîya xwe ji bo destkeftîyên ku di vegerandina aramîyê  li Sûryayê hatine bidestxistin anîye ziman.

Ev hevdîtin wek ya  dîrokî tê hesibandin, ji ber ku Ahmed aş-Şeraa bûye serokê Sûryayêyî yekem ku ji hêla qesira Sipî  hatîye pêşwazîkirin.

10 ê adarê, serokê Sûryayê Ahmed aş-Şeraa û fermandarê HSD ê  peyman îmze kirine ku li gorî wê şervanên kurd gerekê tevlî artêşa hukumetê bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button