SerekeSîyasî

Serok Barzanî: hêvîdar im ev hilbijartin Îraqê bixe ser rêya rast

Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê pîrozbahî li gelê Kurdistanê û Îraqê kirîye û spasîya hêzên ewlehîyê û alîgirên partîya xwe kirîye ji bo birêveçûna aram ya proseyê.

Serok Mesûd Barzanî 12 ê mijdarê, bi boneya birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên parlamêntoya Îraqê, pîrozbahî li welatîyên Kurdistanê û tevahîya Îraqê kirîye.

Serok Barzanî di peyama xwe de gotîye: “Bi boneya serkeftina proseya hilbijartinên encûmena nûneran ya Îraqê, ez pîrozbahîyê li welatîyên xweşdivî yên Kurdistanê û tevahîya Îraqê dikim. Herwiha, ez pîrozbahîyê li malbatên şehîdan yên serbilind, pêşmergeyên qehreman û hemû  beşên civaka Kurdistanê dikim”.

Serok Barzanî di beşeke din ya peyama xwe de gotîye: “Ez bi pêwîst dizanim spasîya serkirdatî, endam, kadir û alîgirên Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) bikim, herwiha spasîya dezgehên ewlehîyê û hemû alîyên pêwendîdar dikim ku bi westan û şevnêncenîya xwe, jîngeheke aram ji bo birêveçûna prosêsa hilbijartinê efirandin”.

Di dawîya peyamê de, serok Barzanî hêvîya xwe anîye ziman ku “ev hilbijartin û encamên wê bibin sedem ku Îraq bikeve ser rêya xwe ya rast”.

Ev peyama serok Barzanî di demekê de tê ku prosêsa dengdana giştî û ya taybet  bi dawî bûye.Li gorî amarên destpêkê, PDK ê bi wergirtina zêdetir mîlyonek 80 hezar dengan, li ser asta Herêma Kurdistanê û Îraqê serkeftineke berçev tomar kirîye.

Tê payîn ku komîsîyona hilbijartinan ya Îraqê denê êvarê encamên destpêkê bi awayekî fermî ragihîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button