H’emû nûçeSereke

Tu serokwezîrek nikare dest ji ajandaya vegerandina yekparçeya axa Ermenîstanê berde:Paşînyan

Tu nûnerê Ermenîstanê, tu serokwezîrek nikare rojeva vegerandina yekparçeya axa Ermenîstanê red bike.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan di axaftina bi rojnamevanan re, bi balkişandina ser posta xwe ya çend roj berê li ser Facebook ê ku Arsvaşênê û deverên din yên dagirkirî yên Ermenîstanê divê di encama dîyarkirina sînoran de bên vegerandin, ev yek piştrast kirîye.

Paşinyan gotîye: “Tu nûnerê Ermenistanê, tu serokwezîr nikare rojeva vegerandina yekparçeyiya axa Ermenistanê red bike. Û ew post piştrastkirina tiştê eşkere ye.”

Derbarê çawanîya vegerandina yekparçeya axa Ermenîstanê de, serokwezîr tekez kirîye ku divê ev bi rêya destnîşankirina sînor be. Ermenîstan pabendî sozên xwe yên nivîskî ye û her sênaryoyek zorê ji holê radike.

Serokwezîr gotîye: “Di encama dîyarkirina sînoran de, divê xêza yekparçeya axa welatan li gorî danezana Alma-Atayê ji nû ve bê tomar kirin. Dema ku xêza yekparçeya axa bê tomar kirin, wê hingê hemû kombînasyon û guhertoyên gengaz wê bên nîqaş kirin”.

Ewî destnîşan kirîye ku tê nîqaşkirin ku, bo nimûne, di rewşa Arsvaşênê de, çêtir e ku ssênarên din bên kirin. “Kes nikare bêyî ku îradeya gelê Ermenîstanê dîyar bike, ssênareke din biçe. Heger em behsa danûstandina axê dikin, eşkere ye ku bêyî helwesta welatîyên Ermenîstanê ne mimkûn e ku ev yek bê kirin.Wek din, ev nirxandina hiqûqnasan ya niha ye. Her çend em behsa rêfêrandûmeke raste-rast nekin jî, bêyî razîbûna welatîyên Ermenîstanê, ew bi tenê nikare çêbibe”.- Paşînyan gotîye.

Derbarê pêvajoya dîyarkirina sînoran, serokwezîr destnîşan kirîye ku belgeyek bi hêza qanûnî ya herî bilind ya dê yûrê heye-rêziknameyên li ser çalakîyên hevbeş yên komîsyonên dîyarkirina sînor yên her du welatan, û divê xebat di wê çarçoveyê de pêk bê.

Li gorî wî, derbarê ssnarên têkildarî enklavan de tu rêkeftineke taybetî bi Adirbêcanê re tune ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button