Me mîsyona xwe ya here mezin bi cîh anîye: me serdemeke pêşketina aştîyîyê vekir: Paşînyan

Hukumeta Komara Ermenîstanê sozê xwe ya ku sala 2021 ê dabû, ji bo destpêkirina serdemeke pêşketina aştîyê ji bo welat û herêmê, bi cih anîye.
Li gorî “Armenpress”, derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan dema nîqaşkirina pêşnûmeqanûna li ser byûcêya dewletê ya sala 2026 a li parlamêntê ragîhandîye.
“Me mîsyona xwe ya herî mezin, soza ku sala 2021 ê hatibû dayîn ku em serdemeke pêşketina aşîtîyê ji bo welat û herêmê vekin, bi cîh anîye. Ew kes dibêjin, na, ev ne aşîtî ye, aşîtî çi ye? Ermenîstan xwedî zanîneke wisa nîne, xwedî ezmûneke wisa nîne ku aşîtî çi ye, û em bi vê dizanin, dibêjin, aşîtî çi ye.Aşîtî ew e ku salek 8 meh in, li ser sînorên Ermenîstanê di pevçûyînekê de tu leşkerek nemirîye, mirov 3 meh in dengê çekan li wargehên sînor nebihîstîye, 30 salên dawî de trênek bi rêya axa Adirbêcanê ketîye Ermenîstanê, trênek ketîye ku genim anîye, gelo ew dikarin beşek ji genim bidin mirîşka, gelo zarokên me hêkên ku ji hêla wê mirîşkê ve hatine danîn naxwin, gelo ew dikarin bidin berazan, gelo serokê we goştê beraz
Serokwezîr destnîşan kirîye ku Kîrans, ku niha 55 xanî lê tên çêkirin, di heman demê de mînakeke ji bo avakirina aşîtîyêye.







