Paşînyan hilbijartinên sala 2026 a wek derfetek ji bo xilazkirina parlamentê ji ajanên bandora bîyanî dibîne

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan hilbijartinên parlamentîyê yên sala 2026 a wek derfetek baş dibîne ji bo ku gel deng bide da ku parlament ji ajanên bandora bîyanî û serokên wan xilaz bibe. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa we yekeda Paşînyan li parlamntê di dema nîqaşkirina pêşnûmeqanûna li ser byûcêya dewletê ya sala 2026 a ragîhandîye.
Serokwezîr gotîye: “Welatîyên Ermenîstanê me tawanbar dikin ku em hîn jî bersiva Robêrt Koçaryan, Sêrj Sargsyan û hêzên ku ji hêla wan ve têne rêvebirin didin.Hilbijartinên parlamêntê wê di demeke nêzîk de bên lidarxistin, îhtîmaleke mezin heye ku hêzên ku ji hêla van kesan ve têne rêvebirin di parlamêntê de nebin, bi rastî dem hatîye ku ev pirsgirêk bê çareser kirin”.
Nîkol Paşînyan zêde kirîye ku parlamêntvanên opozîsyonê wî bi wê yekê tawanbar dikin ku ajanekî bi bandor ji welatekî din bo posteke bilind di hêzên çekdar de tayîn kirîye, û dû re jî heman kesê wek kesekî ku hatîye zulmkirin parastîye.
Serokwezîr, di axaftina xwe de ji muxalefetê re gotîye jî ku ji sala 2018 a vir ve, Ermenîstan di berîka heman welatî de ye, ku ajanên wê yên bandorê kesên di lîsteyê de ne.
Nîkol Paşînyan gotîye:”Îro Ermenîstan ne tenê dewleteke serbixwe ye, lê di heman demê de navendeke îradeya serwêr jî heye û dikare biryaran bide. Axir, Ermenîstan çawa ket wê bêrîkê? Derbarê pirsgirêka Qerebaxê de, tu sedemek yan ravekirineke din ji bo wê tune ye”.
Di vê çarçoveyê de, serokwezîrê Ermenistanê her wiha ji nûnerên Fêdêrasyona Şoreşger ya Ermenîstanê re axivîye ku di parlamêntê de xwedî mandatên parlamêntîyê ne.
Nîkol Paşînyan zêde kirîye ku derdorên opozîsyonê û hêzên bîyanî niha tevlîhev dibin ji ber ku ev şansê dawî ye ku em dewleta xwe paşde bistînin, wê di bêrîka ku em jê derketine de bi cîh bikin.







