
Li Gurcistanê her kes fêm dike ku pêşînîya aşîtîyê li Başûrê Kafkasîyayê ye û tenê wê demê derfetên nû yên ku ji wê derdikevin-rêyên tranzîtê yên nû yên ku wê bên efirandin heger ragîhandinên herêmê bên vekirin.
Hevpeyvîna bi peyamnêrê «Armenpress» ê re di çarçoveya konfêransa du rojî ya navneteweyî ya bi navê “Forûma Orbêlî:avakirina aşîtî û hevkarîya piralî”, profêsor Tornîkê Şaraşênîzê, serokê bernameya mastêrê di têkilîyên navneteweyî de li înstîtûta kar û barên giştî ya Gurcistanê, nêrînek wiha anîye ziman, bi îşaret bi nîqaşên ku, bo nimûne, di rewşa destpêkirina rêya TRIPP ê de ku dê li axa Ermenîstanê bê efirandin, rola Gurcistanê wek welatekî tranzît wê kêm bibe.
Gelek kes li Gurcistanê dibêjin ku fûnksîyona transîtê ya welatê me dibe ku zirarê bibîne, lê ev ne tiştek e li gorî wê rastîyê ku wê li herêmê aşîtî hebe. Ez difikirim ku Gurcistan wê hîn jî di hemî rêyên nû de roleke girîng bilîze, ji ber ku gihîştina me bi deryayê heye. Heger rêya li herêma Syûnîkê ya Ermenîstanê dest bi xebatê bike, ez difikirim ku ev baş e, ji ber ku heke ew tê wateya aşîtîyê, wê hingê em ji bo her tiştî ne. Û rastîya ku Gurcistan dibe ku pereyan winda bike, bê guman, mijarek duyemîn e. Her kes li Gurcistanê bi rastî fêm dike ku tiştê herî girîng ev e aşîtî, paşê rêyên nû”,- pisporê gurc tekez kirîye.
Şaraşênîzê destnîşan kirîye ku “Ez bi vê ramanê re dipejirînim:heger di dawîyê de li Kafkasyayê aşîtîyeke bêkêmasî çêbibe, wê demê pir mimkûn e ku projeyên din yên nû jî dest bi xebatê bikin, û her kes wê di rewşek çêtir de be. Ez nikarim niha bibêjim ka rêya Syûnîkê wê çawa yan kengî bixebite, lê ez difikirim ku pir mimkûn e ku çareserîya tevahî ya di navbera Bêkûyê û Yêrêvanê de bi wê ve girêdayî be”.
Pispor tekez kirîye ku “Ev peyman pir girîng in, ji ber ku ji bo ku em bi awayekî bijîn, divê em alîkarîya hev bikin. Em ji hêla hêzên herêmî ve hatine dorpêçkirin: Rûsya, Îran, Tirkîya. Dewletên Yekbûyî jî li vir berjewendî û fikarên xwe hene, dibe ku Çînistanê di demek nêzîk de li herêmê xuya bibe. Li Kafkasîyayê her gav di navbera van hêzên mezin de pêşbazî dê hebe.Û divê em, welatên herêmê, bi hev re bimînin da ku di vê têkoşîna di navbera hêzên mezin de tenê ji hev cuda nebin”.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokê Amêrîkayê Donald Tramp 8 ê tebaxê de li Waşîngtonê dêklerasyonek îmze kirine. Berîya îmzekirina dêklarasîya,wezîrên Ermenîstanêye karên der û Adirbêcanê peymaneke aşîtîyê îmze kiribûn û her wiha nameyek hevbeş ji Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê re şandibûn û daxwaza hilweşandina Koma Mînskê kiribûn. Di heman rojê de, Ermenîstanê bi Amêrîkayê re mêmorandûmên hevkarîyê yên dualî îmze kirine.







