Cîgira wezîrê Amerîkayêyî karên der ji bo pêşxistina vîzyona Tramp ji bo aşîtî û ewlehîya herêmî hatîye Yêrêvanê

Ji balyozxaneya Amerîkayêye li Ermenîstanê ragihandine ku cîgira wezîrê Amerîkayêyî karên der bo kar û barên sîyasî Aîson Hûkêr bo pêşxistina vîzyona serokê Amêrîkayê ji bo aşîtî û ewlehîya herêmî hatîye Ermenîstanê.
Balyoz Qwînê pêşwazîya cîgira wezîrê Amêrîkayêye karên der ji bo kar û barên sîyasî Alîson Hûkêrê kirîye, ku ji bo pêşvebirina vîzyona serokê Amêrîkayê ji bo aşîtî û ewlehîya herêmî hatîye Yêrêvanê.
Ew ê rastî serokwezîr Paşînyan, wezîrê karên der Mîrzoyan, sêkrêtarê konseya êwlekarîyê Grigoryan û nûnerê taybet Rûbînyan bê.
Daxuyanîyê de hatîye gotin: “Gavên din yên ji bo qewînkirina hevkarîya stratêjîk ya Ermenistan-amêrîkî wê di çarçoveya projeya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî” û mêmorandûmên Ermenîstan-Amêrîkayê bên nîqaşkirin”.
Bi bîr bînin ku 8 ê tebaxê civîna Tramp-Paşînyan-Elîyêv li Waşîngtonê, daxuyanîyeke sêalî hatîye îmzekirin û dû re wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der peymana aşîtîyê îmze kirine, mêmorandûmên têgihîştinê yên di navbera Ermenîstane û Dewletên Yekbûyî hatine îmzekirin, hatine weşandin.







