Cîgira wezîrê Amêrîkayêye karên der li Ermenîstanê ye: Waşîngton vîzyona xwe ji bo civînên tebaxê pêş dixe

Cîgira wezîrê Amêrîkayêye karên Êlîson Hûker li Yêrêvanê ye. Daxuyanîya balyozxaneya Dewletên Yekbûyî li Komara Ermenîstanê dibêje ku armanca serdana Hûkêrê “pêşvebirina vîzyona serokê Dewletên Yekbûyî ji bo aşîtî û ewlehîya herêmî” ye. Balyozxane radigihîne ku gavên din ji bo qewînkirina hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-amêrîkî wê di çarçoveya projeya “Rêya Tramp” û mêmorandûmên Ermenîstan-amêrîkî de bi serokatîya Ermenîstanê re bên nîqaş kirin.
Êlîson Hûkêr îdî rastî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û nûnerê taybet Rûben Rûbînyan, sêkrêtarê konsêya êwlekarîyê Armên Grigoryan re civîyaye. Her wiha bi wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan re jî hevdîtin tên plankirin.
Balyozxaneya amêrîkîye li Ermenîstanê destnîşan dike ku cîgira wezîrê Amêrîkayêye karên der bo kar û barên sîyasî Êlîson Hûkêr ji bo pêşvebirina vîzyona serokê Amêrîkayê Donald Tramp bo aşîtî û ewlehîya herêmî hatîye Yêrêvanê. Gotûbêjên bi serokatîya Ermenîstanê re wê li ser projeya “Rêya Tramp bo aşîtî û refaha navneteweyî” bin.
Serokwezîr Nîkol Paşînyan di hevdîtina bi dîplomatên Amerîkî re, beşdarîya Dewletên Yekbûyî û serok Donald Tramp bi xwe di avakirina aşîtîyê de bi Adirbêcanê re pir bilind nirxandîye.Serokwezîr girîngîya peymanên ku di çarçoveya civîna aşîtîyê ya ku 8 ê tebaxê li Waşîngtonê hatîye lidarxistin hatine bidestxistin û pêkanîna wan li gorî bernameya plankirî tekez kirîye.
Di bersivê de, cîgira wezîrê Amêrîkayêye karên gotîye ku ew hatîye Yêrêvanê da ku vîzyona ku di hevdîtinên tebaxê yên di navbera serok Tramp û serokwezîr Paşînyan de hatibû destnîşankirin pêş bixe.Êlîson Hûkêrê gotîye ku li Yêrêvanê ew ê derfetên kûrkirina hevkarîyê di warên bazirganî, veberhênan, binesazîyê, girêdana herêmî û ewlehîyê de jî nîqaş bike.
Li gel «Radyolur» ê, pisporê sîyasî Ara Poxosyan girîngîya serdana Hûkêrê bo Yêrêvanê destnîşan dike.
“Hîn jî pêdivî bi danûstandinên pir cidî û kûr li dora TRIPP ê heye derbarê statûya wê, prosêdûra wê ya qanûnî û tarîfeyên ji bo ragîhandinên ku di nav wê re derbaz dibin, bi gotineke din, pirsgirêkên mezin yên sîstêmîk hene ku divê bi danûstandinên cûre-cûre bên çareser kirin, û eşkere ye ku Dewletên Yekbûyî, ku li wir xwedî tevlêbûneke pir mezin e, divê tevahîya vê pêvajoyê hevrêz bike. Ez difikirim ku ev armanca yekem û bingehîn ya serdanê ye”.
Zanyarê sîyasî bawer dike ku Adirbêcan hewl dide ku alîyan bilezîne da ku herî kêm niha yan jî di demeke nêzîk de hin rêyên ragîhandinê vebin. Ara Poxosyan bawer e ku xebat wê di demek nêzîk de çalaktir bibe.
Cîgira wezîrê Amêrîkayêye karên der di hevdîtina bi serokwezîrê Ermenîstanê re de jî tekez kirîye ku çalakîyên komên xebatê yên dualî dest pê kirine. Divê komên xebatê peymanên dualî yên li Waşîngtonê hatine qebûlkirin bicîh bînin.
Yek ji xalên daxuyanîya hevbeş ya ku rêberên Dewletên Yekbûyî, Ermenîstanê û Adirbêcanê li Waşîngtonê li hev kirin, li ser vekirina kanalên herêmî ye.Yêrêvanê û Bêkûyê girîngîya vekirina rêyên ragîhandinê yên di navbera her du welatan de ji bo veguhastina dualî û navneteweyî, li ser bingeha rêzgirtina ji bo serwêrî, yekparçeya axê û dadwerîya dewletan, ji nû ve destnîşan kirine.
Ara Poxosyan di derbarê daxuyanîyên ji Bekûyê tên hin fikar hene.
“Em demek dirêj e dibêjin ku armanca Adirbêcanê ew e ku vê rêyê bike derveyî erdê, û di vî warî de, bersivên hejmareke pirsan ji bo me girîng in, bi taybetî, gelo desthilata Komara Ermenîstanê bi tevahî li ser vê rêyê dirêj dibe, gelo Komara Ermenîstanê dikare di her kêlîyê de serwêrîya xwe li beşeke dîyarkirî bikar bîne, bi taybetî, trafîkê rawestîne, trafîkê veke, qaîdeyên trafîkê biguherîne. Heger wisa be, wê hingê em dikarin bêjin ku ev fikar hatine kêmkirin”.
Êlîson Hûkêrê, di hevdîtina xwe ya bi Nîkol Paşînyan re, tekez kirîye ku hevkarîya berdewam ya di navbera Dewletên Yekbûyî û Ermenîstanê de, digel peymaneke aşîtîyê ya tam di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de û pêşveçûyîna ber bi normalîzasîyakirina têkilîyên bi Tirkîyayê re, soz dide ku Kafkasya Başûr wek rêyeke bazirganîyê ya girîng veke. Ew piştrast e ku ev yek wê sûdên girîng bîne hem ji bo gelên amêrîkî û hem jî ji bo gelên ermenî.
Di hevdîtinê de, hevpeyvînkaran mijarên têkildarî pêkanîna peymanên di navbera serokwezîr Paşînyan û serok Tramp, çalakîyên komên xebatê, pêkanîna projeya TRIPP û bernameyên din nîqaş kirine.
Zanyarê sîyasî Ara Poxosyan di nav mijarên girîng de mijara kontrola li ser “Rêya Tramp” jî destnîşan dike.
“Her wiha, wê çi cûre kontrol bê kirin, gelo cerdevanên sînor yên Ermenîstanê wê raste-rast kontrol bikin, yan jî ev kontrol, wek ku serokwezîrê Ermenîstanê behs kir, wê bi karanîna amûrên têknîkî bê kirin? Ev pirsên pir girîng in, ji ber ku heke em texmîn bikin ku ew biryar didin ku kontrol wê tenê bi karanîna amûrên têknîkî li ser vê rê yan vê rêyê bê saz kirin, wê hingê prînsîpa beramberîyê tê binpêkirin heke heman prînsîp li ser rêyên din, bi taybetî di rewşa derbazbûna ji Ermenîstanê bi rêya axa Adirbêcanê de, neyê sepandin”.
Cîgira wezîrê Amêrîkayêye karên der bo kar û barên sîyasî Êlîson Hûkêr bi nûnerê taybet yê Ermenîstanê bo normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê Rûben Rûbinyan re jî civîyaye. Di civînê de li ser pêşketinên dawî yên herêmî û pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê axivîne.







