
Bianet radigihîne ku Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku hilweşandina xwe ragîhandîye, radigihîne ku di çarçoveya pêvajoyeke aşîtîyê ya berdewam de ji bo bidawîkirina şerê çar dehsalî yê di navbera komê û Tirkîyayê de, hêzên xwe ji herêma Zapê ya bakûrê Kurdistana Îraqê vekişandîye.
Zap, ku gelek baregehên leşkerî yên sînorî yên Tirkîyayê lê ne, di salên dawî de bûye xaleke girîng ya pevçûyînê.Di daxuyanîyekê de ku ji hêla ajansa nûçeyan ya Firatê (ANF) ve hatîye weşandin, rêxistinê gotîye ku wana gav avêtine da ku xetera pevçûyînan li herêmê ji holê rakin.
Ev gav piştî daxuyanîya komê di dawîya cotmehê hatîye ku hemû yekîneyên mayî ji sînorên Tirkîyayê hatine vekişandin da ku ji her kiryareke ku dikare pevçûyînê derxîne dûr bikevin.
Komê bi îmzeya “Serokatîya tevgerê” li şûna PKK ê gotîye, “Ji êvara 16 ê mijdarê ve, hêzên me yên li herêma Zapê, ku xetera pevçûyînê diefirand, ji bo cîhên cuda û guncawtir hatine veguhastin. Di rewşa xwe ya heyî de, xetera pevçûyînê li vê herêmê bi tevahî ji holê rabûye. Piştî vekişîna hêzên me yên gerîla ji Tirkîyayê, ku xetera pevçûyînê diefirand, ew ji bo pêşkeftin û serkeftina “Pêvajoya aşîtî û civaka dêmokratîk” ya ku ji hêla rêber Abdûlah Ocalan ve hatîye pêşxistin, beşdarîyeke pratîkî ya girîng in û careke din biryardarîya me ya li hember vê pêvajoyê nîşan didin. Em bawer dikin ku ev gava nû wê xizmeta çareserîya pirsgirêka kurd bike û wê beşdarî aşîtî û dêmokratîkbûna Tirkîyayê bibe”.
PKK ê di destpêka vê salê de, piştî banga Ocalan ya ji bo danîna çekan di dawîya sibatê de, dest bi hilweşandinê kirîye. Komê di meha gulanê de kongreyek li dar xistîye ku tê de bi fermî biryara hilweşandinê daye û di tîrmehê de merasîmeke sembolîk ya bêçekkirinê li dar xistîye.
Di heman demê de, li Tirkîyayê, komîtêyeke parlemêntoyê li ser çarçoveyên yasayî yên ku piştgirîyê didin pêvajoya aşîtîyê xebata xwe didomîne.







