Ararat Mîrzoyan û Magdalêna Grono li ser mijarên rojeva hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê axivîne

Wezîrê Ermenîstanêyî karên Ararat Mîrzoyan rastî nûnera taybet ya Yekîtîya Avropayêye ji bo Kafkasîya Başûr û krîzeya li Gurcistanê Magdalêna Gronoyê hatîye.
Li gorî “Armenpress” ê, ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine ku wextê hevdîtin mijarên di rojeva hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê hatine nîqaşkirin.
Ewî tekez kirîye ku destkeftîyên girîng yên ku heta niha di gelek alîyan de hatine tomar kirin, dînamîk, kûrahî û dewlemendîya bingehîn ya pêşkeftina hevkarîyê nîşan didin.
Behsa bernameyên pêşerojê û xebata ku ji bo temamkirina rojeva hevkarîyê bi destpêşxerîyên nû, tevî qewînkirina berdewam ya berxwedana Ermenîstanê, ku tê kirin, hatîye kirin.
Ararat Mîrzoyan û Magdalêna Gronoyê li ser mijarên herêmî nêrînên xwe parve kirine. Di çarçoveya berfirehkirina tora girêdana veguhastin û aborî de, berawirdkirina bernameyên “Derîyê cîhanê” ya Yekîtîya Avropayê û “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê hatîye tekez kirin û gavên ku ji bo pêkanîna wan hatine avîtin hatine nîqaş kirin. Di civînê de, nêrîn li ser pêkanîna çêtirîn ya derfetên ku di encama peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêye 8 ê tebaxê hatine efirandin û hewldanên ji bo qewînkirina bêtir aşîtîyê hatine danûstandin.







