H’emû nûçeSereke
Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê nûnera taybet ya Yekîtîya Avropayê ji bo Kafkasîya Başûr û krîzeya li Gurcistanê qebûl kirîye

Cîgirê serokwezîrê Komara Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan nûnera taybet ya Yekîtîa Avropayê ji bo Kafkasîya Başûr û krîzeya li Gurcistanê Magdalêna Grono qebûl kirîye.
Wextê rasthatinê serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê, balyoz Vasîlîs Maragos jî amade bûye.
Li gorî “Armenpress” ê, ji hukumeta Ermenistanê ragîhandine ku di hevdîtinan de ewana li ser pêşketinên herêmî nîqaş kirine, li ser îmkan û girîngîya vekirina rêyên ragîhandinê yên li herêmê rawestîyane û herduyan jî girîngîya berdewamîya pêvajoya dîyarkirina sînoran tekez kirine.







