H’emû nûçeSereke

Azêrîyan bi hinceta “karê avakirinê” da mizgefta şîyan li gundê Aygêkêyî li Arsaxê wêran kirine

Ombûdsmênê mîrata çandî yê Arsaxê Hovîk Avanesov alarmê dide ku azêrî jixwe abîdeyên îslamî yên li axa Komara Arsaxê hildiweşînin.

“Li Arsaxê ku ji alîyê demkî ve hatîye dagirkirin, rayedarên Adirbêcanê bi berdewamî qirkirina çandî pêk tînin.Heger berê rêxistinên navneteweyî li ser sîyaseta desteserkirin û wêrankirina mîrata çandî ya ermenîyan ji alîyê Adirbêcanê ve fikarên xwe nîşan didan, niha eşkere ye ku heta abîdeyên îslamî jî dibin qurbanê heman tevgerê, ku rejîma dîktatorî ya Bekûyê li himber wan heman asta bêxemîyê û sîyaseta wêrankirinê nîşan dide.”

Yek ji rastîyên herî dawî û berbiçav yên vê rastîya acizkar, wêrankirina tevahî ya mizgefta Şîye li gundê Aygêkê, herêma Kaşataxê ya Arsaxê ye, bi hinceta “xebata avakirinê”. Wêrankirina abîdeyê ji hêla Rafî Kortoşyan, hevrêvebirê fonda lêkolîna mîmarîya ermenî ve hatîye ragihandin û delîlên ku ji bilî qirkirina çandî ya li ser asta dewletê dijwar e ku wekî tiştek din bê binavkirin  raber kirine.

Divê bê bibîranîn ku  di şerê  sala 2020 a jî, hêzên çekdar yên Adirbêcanê bi zanebûn mizgeftên Şûşîyê hedef girtin. Bi taybetî, 1 ê mijdara sala 2020 a, mizgefta jorîn ya Gohar Axa ya Şûşîyê jî di êrîşa mûşekî ya hêzên çekdar yên Adirbêcanê ya li ser Şûşiyê de zirar dîtîye. Ev pêkhateyên mantiqeke hevpar in: polîtîkayeke jiholêrakirina cihêrengiya dîrokî ya axê, “homojenîzekirina” bîra çandî û ji nû ve nivîsandina rabirdûyê.

Têkeliya van rastîyan nîşan dide ku sîstema dewleta Adirbêcanê ne wekî sazîyeke berpirsiyar ji bo aramîya herêmî, pirçandî û parastina mîratê tevdigere, lê wekî destpêker û cîbicîkarekî wêrankirina sîstematîk ya mîrateya şaristanî tevdigere. Ev tevger li dijî bendên bingehîn yên UNESCO ê, peymana Haagayê û hejmareke peymanên navneteweyî ye, ku bi wan dewlet mecbûr in ne tenê mîrateya xwe, lê di heman demê de mîrateya çandî ya gelên din jî biparêzin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button