Bloomberg: hukumeta Amêrîkayê hinardekirina çîpên Nvidia ê bo Ermenîstanê ji bo çêkirina sûpêrkompyûtêran pejirandîye

Firebird, startapeke ku têknolojîyên zekaya sûnî pêş dixe, ji hukumeta Amêrîkayê destûr wergirtîye ku çîpên Nvidia ê bişîne Ermenîstanê.Ev yek wê bihêle ku ew projeyek ji bo çêkirina sûpêrkompyûtêreke li Ermenîstanê bicîh bîne, ku beşek ji înîsîyatîveke gerdûnî ye ji bo berfirehkirina binesazîya zekaya sûnî.Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Bloomberg ê nivîsîye.
Bloomberg dinivîse:”Hewldanên ku Nvidia ê hezîranê de ragîhandîye, wê yekem navenda daneyên AI ya mezin ya herêmê biefirîne.Tesîsa 100 megavat, bi veberhênana destpêkê ya 500 mîlyon dolarî, wê sêrvêrên AI yên ji Dell Technologies ê û pêvajoyên Blackwell ê yên Nvidia ê bikar bîne.Damezrînerê Firebird ê Razmîk Hovakîmyan gotîye ku qonaxa yekem di çaryeka duyemîn ya sala bê de tê plankirin ku dest pê bike”.
Nêzîkî 20 selefê kapasîteya Firebirdê wê ji hêla hevaltîyên ermenî ve bê bikar anîn, lê 80 selefê mayî wê ji hevaltîyên amêrîkî yên ku li herêmê karsazîyê dikin bê firotan.Qonaxa yekem wê ji hêla fonên deynkirî û sermayeya ku ji hêla Firebirdê ve hatîye berhevkirin bê fînanse kirin. Hovakîmyan gotîye ku şîrket ji hêla damezrînerê Modêrna ê Nûbar Afeyan ve jî tê piştgirî kirin.
Firebird yek ji gelek hevkarên Nvidia ê ye ku dixwaze navendên daneyan li herêmên din ava bike.Pesendkirina hukumeta Dewletên Yekbûyî di demekê de tê ku sînorkirinên hinardekirinê yên li ser çîpên AI yên pêşketî tên sivikkirin.







