Paşînyan ji bo biryara hinardekirina çîpên Nvidia ê bo Ermenîstanê ji bo çêkirina sûpêrkomyûtêrê spasîya Tramp kirîye

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan spasîya serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp kirîye ji bo biryara hukumeta Amêrîkayê ya hinardekirina çîpên Nvidia ê bo Ermenîstanê ji bo çêkirina sûpêrkompyûtêrê. Li gorî “Armenpress” ê, civîna bi rojnamevanan re, serokwezîr gotîye ku ev bername di çarçoveya mêmorandûma nîyetê ya ku 8 ê tebaxê li Waşîngtonê hatîye îmzekirin tê bicîhanîn.
“Min vê dawîyê derfet dît ku bi serok Tramp re li ser vê mijarê biaxivim.Veberhêneran di derbarê prosûdûrên de hin fikarên xwe hebûn. Ez kêfxweş û spasdar im ku qesira Sipî bi awayekî guncaw û pir zû bersiv da, û ew bernameya veberhênanê, bi rastî, bê guman wê bê bicîhanîn”,- Paşînyan gotîye.
Serokwezîr tekez kirîye ku ev bernameya veberhênanê ji bo sêktora têknolojîyê pir girîng e.
Firebird, hevaltîya îstîxbarata sûnî ya destpêkê, ji bo hinardekirina çîpên Nvidia ê bo Ermenîstanê, ji hukumeta Amêrîkayê erêkirin wergirtîye.Ev yek wê bihêle ku ew projeyek ji bo çêkirina sûpêrkompyûtêreke li Ermenîstanê bicîh bîne, ku ev yek beşek ji înîsîyatîveke gerdûnî ye ji bo berfirehkirina binesazîya îstîxbarata sûnî.







