H’emû nûçeSereke

Pirsgirêka girtîyan, hûrgilîyên nû yên TRIPP  û veberhênanên amêrîkî, axaftina Bekûyê nayê qebûlkirin: têzên sereke yên civîna çapemenîyê ya Paşînyan

Serokwezîr Nîkol Paşînyan,hevdîtina xwe ya bi cîgira wezîrê Amêrîkayêye karên der Êlîson Hûkêr re, çareserkirina pirsgirêka dîlên ermenî wek pêşînîyek daye û tekez kirîye ku divê ev pirsgirêk di bala her dem ya alîyê amêrîkî de bimîne.Derheqa wê yekêda Paşînyan piştî civîna hukumetê di brîfîngeke rojnamevanan de ragîhandîye.Serokwezîr her wiha behsa xebata komên xebatê yên ku ji bo pêkanîna rêya TRIPP ê hatine efirandin, kirîye.

Li hember van pêvajoyan, mijara vekirina danûstandinên herêmî jî gaveke nû diavêje û di vê çarçoveyê de, Yêrêvana fermî helwesta xwe ji nû ve piştrast dike û formulasîyona “Korîdora Zangêzûr” ê red dike.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di hevdîtina xwe ya dawî de bi cîgira wezîra Amêrîkayêye karên der Êlîson Hûkêr re, bi taybetî li ser mijara dîlên şêr yên ermenî axivîye û xwestîye ku ev mijar di bin çavdêrîyê de bimîne, serokwezîr Paşînyan di civîna bi rojnamevanan re bi hûrgilî gotîye ku ewî destnîşan kirîye ku serokê Amêrîkayê Tramp bi eşkereyî pabendbûna xwe ya ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê anîye ziman.

“Min raber kirîye ku em di asta dualî de derbarê vê mijarê de çi dikin.Û min ji cîgira wezîrê Amêrîkayêye karên der xwestîye ku agahdarî bide ka Amêrîka di vî warî de çi hewldanan dike. Min xwest ku ev mijar di bin çevan de bimîne”.

Serokwezîr di destpêka vê hefteyê de pêşwazîya cîgira wezîrê Amêrîkayêye karên der kirîye. Daxuyanîya fermî eşkere kirîye ku komên xebatê ji bo pêkanîna rêya TRIPP ê dixebitin. Her wiha bi fermî hatîye ragîhandin ku serokê komê li alîyê Amêrîkayê alîkara cîgirê wezîrê  karên dere. Rojnamevanan ji serokwezîr pirsîne ka kî wê li alîyê Ermenîstanê rêberîya komê bike, kîjan beş yan rayedar tê de ne. Her wiha pirsa ku çend ji sedî ji plana rêya Tramp hatîye pêşxistin jî hatîye kirin. Paşînyan pêşîyê gotîye ku plan ewqas mezin e ku gotina rêjeyek pir dijwar e, bi hûrgilî gotîye ku plana hîn jî di bin pêşxistinê de ye û behsa daxuyanîya xwe ya dawî kirîye.

“Bi rastî min  li wir gotîye. Yanî, di hefteya borî de tu bûyerên nû û dijwar çênebûne, û her tişt di wê çarçovê de ye”.

Paşînyan gotîye: “Û koma xebatê biçûk e.”

Wezîreta karên der berpirsîyarê wê heye, lê ev mijareke berfirehtir e-binesazîya veguhastinê û me jî mantîqeke dîyarkirî ya xebatê heye-hevrêzkirin di asta cîgirê serokwezîr û cîgirê wezîrê karên der de. Vahan Kostanyan bi hevkarên amêrîkî re dixebite, û hevrêzkirina berfirehtir, ku ne tenê têkildarî destnîşankirina sînor, binesazîyê  ye, ji hêla cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan ve tê hevrêzkirin”.

Serokwezîr her wiha li ser yek ji mijarên herî hesas sekinî û tekez kir ku tenê Ermenîstan mafê destnîşankirina navên binesazîyên ku li ser axa Ermenîstanê ne heye. Ev, di rastîyê de, bersivek bû ji bo daxuyanîya wezîrê Tirîkayêyî  karên der Hakan Fîdan. Rojek berê, yê dawî dîsa normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê bi normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Adirbêcanê ve girêdabû, dîsa formûlasyona “Korîdora Zangêzûr” bikar anîbû ku ji bo Yêrêvana fermî nayê qebûlkirin.

“Me gotîye ku li Komara Ermenîstanê, ji bilî tiştên ku me gotine, bi navekî din re tu danûstandin tune ye. Li Ermenîstanê “Xaçerêya aşîtîyê” heye û di heman demê de, wek encamek îmzekirina danezana Waşîngtonê, projeya TRIPP heye. Her têrmînolojîyekye din ji bo Komara Ermenîstanê ne girîng e. Em vê dibêjin. Min carekê gotîye, careke din nêgotîye, û tiştên ku min gotine her gav di merîyetê de ne”.

Paşînyan tekez kirîye ku têrmînolojîya ku alîyê Ermenîstanê qebûl nekirîye, pênase nekirîye, yan jî pê razî nebûye, nikare ji bo Komara Ermenîstanê têkildar be.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button