H’emû nûçeSereke

Bloomberg  ê roja destpêkirina projeya 500 mîlyon dolarîyaamêrîkî  li Ermenîstanê eşkere kirîye

Bloomberg ê ragîhandîye ku hevaltîya amerîkî Firebird Inc, ku têknolojîyên zekaya sûnî pêş dixe ji hukumeta Amêrîkayê destûr wergirtîye ku çîpên Nvidia Corp. bişîne Ermenîstanê.

Armanca wê ew e ku projeyeke sûpêrkompyûtêrê wek beşek ji înîsîyatîveke gerdûnî ji bo berfirehkirina binesazîya îstîxbarata sûnî bicîh bîne.

Ev projeya ku  meha hezîranê ji alîyê Nvidia ve hatîye ragîhandin, wê yekemîn navenda daneyan ya herêmê ya bi hêza AI ê ya mezin biefirîne.Tesîsa 100 megavat, bi veberhênana destpêkê ya 500 mîlyon dolarî, wê sêrvêrên Dell Technologies Inc ê yên bi hêza AI ê û pêvajoyên Blackwell ê yên Nvidia yê bikar bîne.

Rêveberê giştî û hevdamezrînerê Firebird ê Razmîk Hovakîmyan gotîye ku qonaxa yekem ya pêkanîna projeyê ji bo çaryeka duyemîn ya sala bê hatîye plankirin.

Ev pejirandin di demekê de hatîye ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî  sînordarkirinên li ser hinardekirina çîpên îstîxbarata sûnî yên pêşkeftî sivik kirine.

Ermenîstan bi mezintirîn hevkarê xwe yê bazirganî, Rûsyayê re têkilîyên kûr yên aborî û sîyasî hene û li Gumirîyê baregeha leşkerî ya Rûsyayê heye. Piştî şerê sala 2023 a bi Adirbêcanê re, Ermenîstanê hewl da ku xwe ji Krêmê dûr bixe û têkilîyên xwe bi Rojavayê re qewîn bike.

Di bin rêveberîya Baydên, Ermenîstan di bin qaîdeya bi navê qanûna belavbûna zekaya sûnî de, ku hejmara pêvajoyên sûnî yên ku ji van welatan re têne hinardekirin sînordar dikir, wek welatekî asta 2 a dihat hesibandin. Hevalbendên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, bi taybetî Îsrayêl, Erebistana Saûdî û Polonyayê jî wek welatên asta 2 a dihatin hesibandin û ji vê rêziknameyê aciz bûn. Piştî ku Tramp dest bi kar kir, ev rêzikname hatin betalkirin.

Nêzîkî 20 selefê kapasîteya stansîya Firebird wê ji bo hevaltîyên ermenî bên veqetandin, lê 80 selefê mayî wê ji hevaltîyên amerîkî yên ku li herêmê karsazîyê dikin  bê firotan. Qonaxa yekem wê bi rêya deyn û sermayeya ku ji hêla Firebird ve hatîye berhevkirin, ku ji hêla hevdamezrînerê Moderna Inc. Nûbar Afêyan ve tê fînansekirin, bê fînansekirin.

Ev hevaltî li cîhên ku çavkanîyên ênêrjîya paqij hene, bi taybetî ênêrjîya  atomî, hîdroêlêktrîk û rojê, digere. Ênêrjîya  atomî li Ermenîstanê bi hêsanî peyda dibe.Stansîyake 100 megavatî wê ji bo dabînkirina qasî 75 000 malan hewce ye, heman mîqdara êlêktrîkê hewce bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button