Her kesê ku di qada sîyasî ya Ermenîstanê de li dijî çareserîya Ermenîstan-Adirbêcanê diaxive, yan ajanekî bîyanî ye yan jî ehmeqekî bêaqlî ye: Koçînyan

Him li Ermenîstanê û heta radeyekê li Adirbêcanê, ew hêrs, bêbawerî, kîn e. Ev yek piştî 35 salan ji vê astê, kûrahîya dijminatîyê, nefretê, bêmirovkirinê pir xwezayî ye, pevçûyîna Ermenîstanê-Adirbêcanê ne tenê pevçûyîna ku ev dîyarde lê çêbûne ye, lê ew di heman demê de, heta radeyekê, bi asta nefretê û asta çêbûna dijminatîyê pevçûyîneke bêhempa ye, û gelek kar li benda me ye ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û derbazkirina van hestan. Îro, di civîna çapemenîyê de, nûnerê civaka sîvîl ya Ermenistanê Arêg Koçînyan, ku di çarçoveya înîsîyatîva “Pira aşîtîyê” de ji Bekûyê vegerîyaye, gotîye.
“Dema ku pispor û nûnerên civaka sîvîl yên dirbêcanî li Ermenîstanê bûn, me dît ku ew daxuyanîyên xwe yên berê, axaftinên xwe yên berê tînin ziman û dibêjin, “Gelo ev kes ew kes in ku aşîtîyê ava dikin?’ Ez dixwazim ji we re bêjim ku heman tişt li Adirbêcanê jî bi serê me de hat. Bi gotineke din, dema ku daxuyanîyên me yên berê, daxuyanîyên me yên di dema şer de hatine kirin û kiryarên me di gelek dezgehên mêdyaya Adirbêcanê de hatin belavkirin, ewana digotin, “Gelo ev kes ew kes in ku ji bo avakirina aşîtîyê bi me re hatine?'”.
Niha derfetek li ber destê me ye, ew jî xêzek sor xêz bikin û ji wê xêza sor wêdetir bixebitin. Bi gotineke din, heger em niha vegerin paşerojê, kê çi got kengî, çi kir, kê çawa tevgerîya kengî, li gorî nirxandina me, ev tenê rêyek ber bi tunebûnê ve ye. Di vî warî de, divê ez bêjim ku di vê mijarê de bi hevkarên me yên Adirbêcanî re jî têgihîştineke hevbeş heye”.
Koçînyan gotîye: “Ew hêrs, kîn, bêbawerî û heta radeyekê tirs, kesayetên cûre-cûre di qada sîyasî de hewil didin bi her awayî sûd werbigirin, bi her awayî bikar bînin da ku bigihîjin armancên xwe yên sîyasî, ku bi ya min dîyardeyeke pir nefret e. Bi ya min, di vê gavê de di qada sîyasî ya Ermenîstanê de, her kesê ku li dijî çareserîya ermenî-adirbêcan û çareserîya ermenî-tirk diaxive, yan ajanek bîyanî ye, yan bêbext e, yan jî ehmeqek bêpolîtîk e ku fêm nake ka li ser çi diaxive”.







