H’emû nûçeSereke

Nûnerên civakên Ermenistanê û Adirbêcanêye sîvîl înîsîyatîv wek “Pira aşîtîyê” bi nav kirine

Serdana nûnerên civaka ermenîye sîvîl  21-22 ê mijdarê li Bekûyê wextê rasthatina bi nûnerên civaka Adirbêcanêye sîvîl re biryar hatîye dayîn ku navê înîsîyatîvê “Pira aşîtîyê”  bê navkirin. Derheqa wê yekêda endamê înîsîyatîvê û serokê rêveberîya forûma Adirbêcanêye neteweyî Ramîl Îskenderlî elamî ajansa nûçeyan ya APA  ê kirîye.

Îskenderlî gotîye: “Ji ber ku ev pêvajo meha borî li Yêrêvanê dest pê kiribû,  civîna Bekûyê de biryar hatîye dayîn ku ji niha înîsîyatîv wê bi navê xwe bixebite. Navê wê wê “Pira aşîtîyê” be”.

Li gorî wî, civîna li Bekûyê, li ser normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê û pêvajoya aşîtîyê, rewşa heyî, rola civaka sîvîl di vegerandina dîyalogê de û çalakîyên hevbeş yên plansazkirî hatine nîqaşkirin.

Wextê hevdîtina endamên înîsîyatîvê û alîkarê serokkomarê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv gavên ku her du welatan piştî civîna Waşîngtonê ji bo qewînkirina rojeva aşîtîyê avîtine hatine nîqaşkirin, rayedar bersiva pirsan daye, Îskenderlî ragîhandîye.

Li gorî wî, di beşa nefermî û çandî ya bernameyê de, mêvanên ji Ermenîstanê li Bekûyê gerîyane, serdana cîhên dîrokî û geştîyarîyê yên bajêr kirine, û her wiha serdana navenda Heydar Elîyêv kirine, ku “balkêşîyeke mezin li cem wan pêşda hatîye”.

Îskenderlî beşdarên ji alîyên ermenî û adirbêcanî yên înîsîyatîvê navnîş kirine, lê Dîlara Êfêndîyêva di nav pênc nûnerên civaka sîvîl ya Adirbêcanê de ku ewî navnîş kirîye tunebûye. Serdana vê ya dawî ya li Yêrêvanê dengekî bilind daye, ji ber ku derket holê ku ew  “êkoaktîvîstek” bûye ku  kanûna sala 2022 a  korîdora Laçîn asteng kiribû û dorpêça ermenîyên Arsaxê dabû destpêkirin.

Nûnerên civaka Ermenîstanêye sîvîl soz didin ku  li Yêrêvanê di civîneke çapemenîyê de hûrgilîyên serdana xwe ya li Bekûyê di çarçoveya înîsîyatîva “Pira aşîtîyê” raber bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button