Bloomberg: lihevkirina di navbera Ermenîstanê û hevaltîya herî biqîmet ya cîhanê de wê berjewendîyên Amêrîkayê li Kafkasîyayê qewîn bike

Bloomberg dinivîse ku peymana di navbera Ermenîstanê û Nvidia de wê berjewendîyên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî li Kafkasîyayê ku ji hêla stratêjîk ve girîng e qewîn bike.
Aborîya Ermenîstanê bi qasî 160 carî ji nirxa bazarê ya Nvidia ê, hilberînerê çîpên ji bo zekaya sûnî, ku 4.5 trîlyon dolar e, biçûktir e.
Komara biçûk ya Kafkasîyayê û hevaltîya herî bi qîmet ya cîhanê niha bi hev ve girêdayî ne piştî ku hukumeta Dewletên Yekbûyî îxracata çîpên Nvidia ê ji bo bernameya sûpêrkompyûtêrê ya Firebird ê a destpêşxerîya îstîxbarata sûnî pejirandîye.
Ev mînakeke din ya “dîplomasîya çîpê” ya rêveberîya Donald Tramp e, ku bi rêya gihîştina têknolojîyê bandora Amêrîkayê bikar tîne.
Peymana bi Ermenîstanê re wê eleqeya Amêrîkayê li Kafkasîyayê, ku beşek ji cîhanê ya girîng ya stratêjîk e û demek dirêj e ji hêla Rûsyayê ve tê serdest kirin, zêde bike.
Meha tebaxê, Tramp bi îmzekirina daxuyanîya aşîtîyê ya hevbeş bi rêberên Ermenîstanê û Adirbêcana cînar re, helwesta xwe qewîn kir, û bi vî awayî şerê dehsalan yê li ser axa Qerebaxê bi dawî kirîye.
Peymanê mafên taybet da Dewletên Yekbûyî ku korîdoreke transîtê ya ku Adirbêcanê bi rêya axa Ermenîstanê û Naxçêvanê, ku sînorê Tirkîyayê ye, bi hev ve girêdide, pêş bixe.
Zekaya sûnî aborîya cîhanî diguherîne.Kontrolkirina gihîştina çîpan derfetê dide Tramp ku hevsengîya jêopolîtîk di berjewendîya Amêrîkayê de biguhere.







