Ofîsên herî pêşketî yên xizmeta koçberî û hemwelatîbûnê ya wezîreta karên hundur wê li navendên kirînê yên Yêrêvanê vebin

Xebateke berfireh û pirqatî di qonaxa xwe ya sêyemîn de ye ji bo danasîna sîstêmeke nû ya bîyometrîk li Komara Ermenîstanê.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîra Ermenîstanêye karên hundur Arpînê Sargsyanê ragîhandîye.
“Di demek nêzîk de welatîyên me wê li hemû herêmên komarê xebatên avakirinê yên berfireh bibînin.
13 ofîs ji hêla hevkarê taybet HayPass ê ve hatine raber kirin û ji hêla me ve hatine pejirandin û 10 ofîsên din jî di qonaxa hilbijartinê de nin.
Avayê îdarî bi tevahî tê nûjenkirin, ku wê wek navendeke daneyan jî li gorî standartên navneteweyî bê çêkirin. Kesanekirin û çapkirina belgeyên nasnameyê wê li vir bê kirin. Avayî wê bi tevahî li gorî heman standarta bilind, bi amûrên çavdêrîya IT ê yên 24 demjimêran û ofîsên rehet yên têknîkî ve bê nûjenkirin, qewînkirin û ji nû ve bê teçhîzkirin.
Bi vî awayî, em ji bo karmendên xwe jî şert û mercên baş peyda dikin, ji ber ku em bawer dikin ku raberkirina kar û barên bi kalîte li vir dest pê dike.







