H’emû nûçeSereke
Papîkyan encama xebata komîsyona dîyarkirina sînoran de derfetek ji bo vegerandina axa serwêr ya Ermenîstanê dibîne

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan, encama xebata komîsîyona li ser destnîşankirina sînorê dewletê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, derfeteke rastîn dibîne ku di bin desthilatdarîya hukumeta heyî de axên serwêr yên Ermenîstanê ji nû ve bên vejandin.
Bi ragîhandina “Armenpress” ê, Papîkyan li parlamêntê hevpeyvîna bi rojnamevanan re bawerîya xwe anîye ziman.
Dema ku ji Papîkyan hatîye pirsîn ka gelo ew îhtîmaleke rastîn dibîne ku axên serwêr yên Ermenîstanê di dema partîya “Peymana sîvîl” ya li ser desthilatdarîyê de bên vegerandin, ewî bersiv daye: “Bê guman, ez wê dibînim, bi rêya xebata komîsîyona dîyarkirin û destnîşankirina sînoran”.







