H’emû nûçeSereke

Tê plankirin ku li ser bingeha rêveberîya îstîxbarata xizmeta ewlehîya  Komara Ermenîstanêye netewî yekîneyeke dijîstîxbarata bîyanî  bê avakirin

Tê plankirin ku li ser bingeha daîreya îstîxbarata sereke ya sêrvîsa ewlekarîya neteweyî yekîneyeke dijîstîxbarata bîyanî bê avakirin.Derheqa wê yekêda cîgirê rêveberê xizmeta ewlehîya  Komara Ermenîstanêye netewî Yêsayî Mkrtçyan di rûniştina komîtêya daîmî ya parastin û ewlehîyê ya parlamêntêye 24 ê mijdarê di dema nîqaşkirina pakêta guhertinên qanûna “Li ser dezgehên ewlekarîya neteweyî” û guhertinên qanûnên têkildar de hatîye ragîhandin.

Li gorî pakêta yasayî, yekîneya navborî wê ewlehîya nûnertîyên dîplomatîk yên Ermenîstanê li welatên bîyanî jî mîsoger bike.

Serokwezîr wê bi destnîşankirina rêza têkilîya di navbera dezgehên îstîxbarat û dijîstîxbaratê de bê erkdarkirin.Mkrtçhyan zêde kirîye: “Her wiha ji dezgehên ewlehîya neteweyî yên Komara Ermenîstanê re tê pêşnîyar kirin ku di nav de bi awayê êlêktronîkî, gihîştina pergalên agahdarîyê û databasên dezgehên dewletê, dezgehên xweserîya herêmî û rêxistinan ji bo pêkanîna fûnksîyonên ku bi qanûnê ji wan re hatine destnîşankirin, mîsoger bikin.”

Piştî nîqaşan,destpêşxerîya yasayî ji komîtêya daîmî ya parastin û ewlehîyê ya li parlamêntê encameke erênî wergirt.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button