H’emû nûçeSereke

Wezîrê  pîşesazîya têknolojîya bilind  rastî serokên hevaltîyên amerîkîye nîvkondûktor yên navneteweyî yên ku li Ermenîstanê dixebitin  hatîye

Wezîrê pîşesazîya Ermenîstanêye têknolojîya bilind Mxîtar Hayrapêtyan di teştêya karsazîyê de bi serokên hevaltîyên nîvkondûktor yên navneteweyî yên amêrîkî yên ku li Ermenîstanê dixebitin civîyaye. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Mxîtar Hayrapêtyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

Wezîr nivîsîye: “Gotûbêj li ser mijarên pratîkî yên têkildarîya pêşxistina sêktora nîvkondûktor, prosêdûrên kontrolkirina hinardekirin û îtxalatê yên têknolojîyê sekinîne. Me her wiha li ser derfetên nû yên ku ji mêmorandûma têgihîştinê ya li ser hevkarîya nûjen di zekaya sûnî û nîvkondûktoran de ku di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de  8 ê tebaxê  li Waşîngtonê hate îmzekirin û çalakîyên me yên pêşerojê di wê çarçoveyê de derketin holê”.

Beşdarên civînê girîngîya çalakîyên bi vî rengî wek platformek ji bo mîsogerkirina dîyalogeke vekirîye bibandor û berdewam di navbera dewlet û sêktora taybet de tekez kirine.

Di dawîya civînê de, lihevkirin hatine kirin da ku xebata hevbeş berdewam bikin û rêbazên hevrêz pêş bixin ku wê beşdarî pêşveçûna êkosîstema têknolojîk ya Ermenîstanê bibin û pêşbazîya navneteweyî zêde bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button