Li Yêrêvanê konfêransa navneteweyî ya “Xaçerêya çandî” ya UNESCO ê wê bê lidarxistin

Li Yêrêvanê konfêransa navneteweyî ya “Xaçerêya çandî” wê ji 27-28 ê mijdarê bê lidarxistin, ku ji bo salvegera 20 emîn ya pejirandina peymana UNESCO ê ya li ser pêşvebirin û parastina cûre-cûreya derbirînên çandî ye.
Li gorî “Armenpress” ê, ji wezîreta Ermenîstanêye perwerdê, zanistê, çandê û sportê radigihînin ku şandeyên ji deh welatan zêdetir û her weha nûnerên UNESCO ê û rêxistinên din yên navneteweyî, wê ji bo beşdarbûna konfêransê bên Yêrêvanê.
Vekirina konfêransêye fermî wê 27 ê mijdarê seheta 10:00 a li înstîtûta lêkolînên zanistî ya destnivîsên kevinar ya ser navê Maşots pêk bê. Piştî merasîma vekirinê, wê rûniştina giştî li ser mijara “Peymana UNESCO ê ya li ser parastin û pêşvebirina nirxa çandî ya sala 2005 a: destkeftî û pêrspêktîv piştî 20 salan”.
Her wiha wê li ser pîşesazîyên efirîner, cihêrengîya derbirîna çandî di serdema dîjîtal de û mijarên din nîqaşên giştî jî hebin. Çarçoveya konfêransê de di navbera wezîreta Ermenîstanêye perwerdê, çandê, sportê û zanistê û komîtêya alîkarîyên hunerê ya Swêdê wê mêmorandûmeke têgihîştinê bê îmzekirin.







