Pêşangeha Armenian International Health Care Expo 2025 wê 27-30 ê mijdarê pêk bê

Pêşangeha Armenian International Health Care Expo 2025 wê li Yêrêvanê di navbera 27-30 ê mijdara sala 2025 a, li navenda Meridian Expo ê bê lidarxistin, platformeke ku wê ji hêla pêkhateya beşdaran û hebûna navneteweyî ve bibe mezintirîn bûyera tenduristîyê ya herêmê.
Pêşangeha îsal soz dide ku hemû rêkordên berê derbaz bike:
4 rojên tijî bi cûre-cûre bûyer û çalakîyanbin
. 250+ hevaltîyên herêmî û navneteweyî
. 70 +axaftvanên payebilind ji çar alîyên cîhanê
. Şandeyên ji 52 welatan
. 20 000 + beşdar
. 1500 + bijîşk
Li pêşangeha Armenian International Healthcare Expo 2025, ne tenê sazî û xizmetên tenduristîyê wê tiştek bêjin û bikin, lê di heman demê de hevaltîyên sîgorteyê, darayî û bankayî, kirêkirinê, hilberîn û dabînkirina xwarinê, xizmetên geştiyarîyê, hevaltîyên ITyê, klûbên werzîşê û salonên werzîşê, înîsîyatîvên şêwaza jîyaneke tendurist û destpêkan jî wê tiştek hebin ku bêjin û bikin.
Her wiha, pêşangeh wê kampanyaya tenduristîyê ya navneteweyî ya “«Yerevan Pain Days» li dar bixe, ku wê delege û axaftvan ji zêdetirî 52 welatan bîne Ermenîstanê.Tê payîn ku kongreyeke tenduristîyê ya çar rojî, konfêransên zanistî û qursên tematîk, sêmînar, civînên B2B û formatên cûre-cûre yên perwerdehî û parvekirina ezmûnan pêk bên.
Ji bilî van hemûyan, bernameyên şahîyê yên cûre-cûre, konsêrek, tûrnûvayên ji bo şêwazek jîyanek tendurist û çalakîyên din jî têne çaverêkirin, ku EXPO ne tenê dike cejnek profêsîyonal, lê di heman demê de dike cejnek giştî jî.







