Sala 2026 a xilazkirîyên xwendinêye pêşin piştî xilazkirinê wê bibin xwedîyê xanîya:Papîkyan

Salên dawî de, me di sêktora perwerdehîyê de guhertinên girîng kirine.Me li akademîya leşkerî ya ser navê Vazgên Sargsyan, ku sazîya sereke ya perwerdehîyê ye ji bo avakirina efserên me, hejmareke mêxanîzmên civakî û teşwîqê destnîşan kirine. Derheqa wê yekêda wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan 25 ê mijdarê, di civîna çapemeniyê de gotîye.
“Ji sala 2026 a, wê xilazkirîyên pêşin hebin ku piştî xilazkirinê û wergirtina peywirê wê xwedîyê apartmanekê bin. Ango, efserê ku wê ji bo xizmetê li yekîneya leşkerî ya X ê bê erkdarkirin, wê tavîlê apartmana ku ewî pêşwext hilbijartîye werbigire, ku ew dikare di tevahîya dema xizmeta xwe de bikar bîne. Apartman wê tevahîya milkê wî be, ji bilî yek îstîsnayek: ew nikare wê bifroşe. Ew dikare wê kirê bide, ew dikare bi xwe tê de bijî.
“Ez ji ciwanên me rica dikim ku efseran qebûl bikin û bibin efser, ji ber ku ji bilî xanîyan, em xizmetên bijîşkî jî garantî dikin, ku di pêşerojê de wê bibin sîgortaya bijîşkî, û her weha mûçeya bilind. Ez difikirim ku welatî dikare wê biryarê bide da ku cîhê xwe di civakê de bibîne û bi raya min, yek ji pîşeyên herî guncaw hilbijêre-bidestxistina pileya herî bilind ya leşkerî û efserî”,- ewî gotîye.
Li gorî Papîkyan, meseleya din avakirina artêşeke profêsyonel e. “Di nav nêzîkî 2 salan de, 4225 leşkerên birêkûpêk di bin bernameya “Parêzvanê welat” de tevlî refên me bûne, ku ji xwe leşkerên peymankar in.Wana bi wezîreta parastinê re ji bo 5 salan peyman îmze kirine û wê 5 salan karmendên sereke yên artêşa me bin”. Papikyan bang li dê û bavan û leşkeran kirine ku vê bernameyê bi baldarî lêkolîn bikin, ku 6 mehan xizmetê di yekîneyeke leşkerî ya perwerdeyê de vedihewîne, piştî wê ew 5 salan diçin xizmeta peymankar û mûçeya bilind distînin.Ewî gotîye: “Di encama sêrtîfîkayê de, ew dikarin mûçeya girîng bistînin”.







