H’emû nûçeSereke

Adirbêcan, ku li Arsaxê mîrata ermenîyan wêran dike, wek endameke komîteya mîrata cîhanê ya UNESCO ê hatîye hilbijartin

Adirbêcan ji bo heyameke çar salan, ji sala 2025 a heta sala 2029 a, wek endameke komîtêya mîrata cîhanî ya UNESCO ê hatîye hilbijartin.Derheha we yekeda wezîreta Adirbêcanêye karên der  ragîhandîye.

Li gorî daxuyanîya wezîreta Adirbêcanê, ev biryar di civîna civata giştî ya dewletên teref yên peymana parastina mîrata çandî û xwezayî ya cîhanê ya sala 1972 aye 25 emîn, ku li Parîzê hatîye lidarxistin, hatîye dayîn. Pênc welat ji bo kursîya ku ji herêma Avropa Rojhilatê hatibû veqetandin pêşbazî kirine. Gera yekem ya dengdanê de, Adirbêcanê ji 160 welatan piştgirîya 92 welatan wergirtîye û ji bo komîtêyê hatîye hilbijartin.

Komîtêya mîrata cîhanê, ku ji 21 dewletan pêk tê, sazîya sereke ya rêveberîyê ye ku çevdêrîya bicîhanîna peymana UNESCO ê dike. Erkên wê yên sereke amadekirina lîsteya mîrata cîhanê, naskirina cîhên girîng yên çandî û xwezayî, parastina wan û radestkirina wan ji nifşên pêşerojê re ne. Komîtê li ser karanîna fonda mîrata cîhanê biryar dide û heger bê xwestin, ji bo her tiştî, ji xebatên parastinê bigire heya amadekirina planên rêveberîyê, alîkarîya awarte û avakirina kapasîteya sazîyan, piştgirîya darayî peyda dike.

Cîgirê rêveberê giştî yê kar û barên çandî yê rêxistinê, Êrnêsto Ottonên jî dîyar kirîye ku Adirbêcanê bersiva daxwaza rêxistinê ya şandina şandeyeke pispor bo Arsaxê nedaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button