Baca nirxê zêdekirî ya ji bo îtxalkirina wesayîtên êlêktrîkê wê saleke din bê dirêjkirin

Heyama mûafîyeta ji baca nirxê zêdekirî ya ji bo hawirdekirina wesayîtên êlêktrîkê wê saleke din, heta 31 ê kanûna pêşin ya sala 2026 a bê dirêjkirin, lê ev mûafîyet tenê wê ji bo wesayîtên ku di sala sala 2024 a û paşê hatine çêkirin derbazdar be.
Li gorî “Armenpress” ê, pêşnûmeya qanûna li ser guhertina qanûna bacê ya Komara Ermenîstanê wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan raberî komîtêya daîmî ya kar û barên aborî ya Ermenîstanê kirîye.
Papoyan gotîye: “Tê pêşnîyarkirin ku ji bo îtxalkirina otobûsên mezin, biçûk û navîn, otomobîlên rêwîyan, motorsîklêt û mopêdên bi motorên êlêktrîkê, mûafîyeta heyî ya ji baca nirxê zêdekirî ji bo salek din bê dirêjkirin”.
Niha ji bo îtxalkirina wesayîtên êlêktrîkê ji welatên sêyemîn îmtîyazek bêbac heye. Li gorî biryara komîsyona yekîtîya gumrikê, Ermenîstanê sala 2022 a de 7 000 yekîneyên wesayîtên êlêktrîkê û di salên 2023 a, 2024 a û 2025 a 8 000 yekîneyên kotaya tarîfê hebû, ku ji bo wan tu baca gumrikê nayê stendin.
Pêşnîyar tê kirin ku heyama îstîsnayê ji bo saleke din, heta 31 ê kanûna pêşin ya sala 2026 a bê dirêjkirin. Pêşnîyar tê kirin ku îstîsna tenê ji bo wesayîtên êlêktrîkê yên ku piştî 31 ê kanûna pêşin ya sala 2023 a hatine berdan, ango ji bo otomobîlên ku di salên 2024 a, 2025 a û 2026 a hatine çêkirin, bê dirêjkirin.







