H’emû nûçeSereke

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî îxracata çîpên Nvidia ê bo Ermenîstanê ji bo projeya sûpêrkompyûtêrê Firebird ê  pejirandine

Ermenîstan dikare di warê zekaya sûnî de bibe navendeke herêmî.Startap Firebird ji bo hinardekirina çîpên pêşketî yên Nvidia ê bo Ermenîstanê, destûra hukumeta Amêrîkayê wergirtîye, ku ev yek wê bihêle ku projeyeke sûpêrkompyûtêrê bicîh bîne.Derheqa wê yekêda Bloomberg radigihîne.

Hûrgilîyên projeyê

Ev proje berdewamîya hewildanên ku Nvidia ê meha hezîranê ragîhandîye û armanc dike ku yekem navenda daneyên AI ya mezin ya herêmê biefirîne.Avakirina tesîsa 100 mêgavat wê 500 mîlyon dolar lêçûn bike. Ew ê servêrên AI yên Dell Technologies û pêvajoyên Blackwell yên Nvidia ê bikar bîne.Hevdamezrînerê Firebird ê Razmîk Hovakîmyan gotîye ku qonaxa yekem wê di çaryeka duyemîn ya sala 2026 a de dest pê bike.

Bloomberg, bi gotina Hovakîmyan, dinivîse:”Hewldanên ku Nvidia ê  meha hezîranê de ragîhandibûn, wê rê bidin avakirina yekem navenda hilberandina daneyên AI ya di asta mezin de li herêmê”.

Planên bikaranîn û fînansekirinê

Nêzîkî 20 selefê kapasîteya Firebirdê wê ji alîyê hevaltîyên ermenî bê bikar anîn, lê 80 selefê mayî wê ji qevaltîyên amêrîkî yên ku li herêmê karsazîyê dikin bê firotan. Qonaxa yekem wê ji hêla deynê  sermayeya destpêkê ve bê fînanse kirin. Hovakîmyan destnîşan kirîye ku hevaltî ji hêla hevdamezrînerê Moderna ê Nûbar Afêyan ve jî tê piştgirî kirin, ku kesayetîyeke bihêz di dîyasporaya ermenî de ye.

Çarçoveya cîhanî

Firebird yek ji gelek hevkarên Nvidia ye ku dixwaze navendên daneyên bihêz li herêmên cuda ava bike.Pesendkirina hukumeta Dewletên Yekbûyî di demekê de tê ku sînorkirinên hinardekirinê yên li ser çîpên AI yên pêşkeftî sivik dibin, ku nêzîkatîya nerm ya Waşîngtonê ji bo welatên hevalbend nîşan dide. Ev proje dikare ekosîstema têknolojîyê ya Ermenîstanê xurt bike, welêt bike navendeke sereke ji bo binesazîya AI ê.

Bi kurtasî gotî

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûy ji bo projeya sûpêrkompyûtêra Firebird 100 MW, bi veberhênanên 500 mîlyon dolarî (bi sêrvêrên Dell, pêvajoyên Blackwell) hinardekirina çîpên Nvidia ê bo Ermenîstanê pejirandîye.20 selef ji bo karsazîyên Ermenîstanê, 80 selef ji bo hevaltîyên amêrîkî fînansekirin bi rêya deyn û sermayeyê, bi piştgirîya Nûbar Afêyan, destpêkirin di çaryeka duyemîn ya sala 2026 a de. Ev avakirina navendeke AI ya herêmî ye li hember sivikkirina sînorkirinên AI.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button