H’emû nûçeSereke

Ew hilbijartina wan e: Pûtîn ragîhandîye ku welatên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  rêzê li helwesta Ermenîstanê ya li ser beşdarbûna di rêxistinê de digirin

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dîyar kirîye ku welatên  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  rêzê li helwesta Ermenîstanê ya li ser tevlîbûna rêxistinê digirin, ji ber ku ew hilbijartina Yêrêvanê ye.

“Helwesta Ermenîstanê tê zanîn.Wek ku hevkarên me yên ermenî ji me re dibêjin “Em piştgirîyê didin hemî biryarên ku ji hêla  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  ve têne girtin. Em xwe wek endameke  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  dibînin, lê di vê qonaxê de em ji beşdarbûna civînên rêxistinê dûr dikevin”,- Pûtîn piştî serdana xwe ya li Qirqizistanê bersiva pirseke ji «Intêrfaks»-ê gotîye.

Serokê Rûsîyayê, di heman demê de, zêde kirîye: “Ev hilbijartina wan e.Heger ew niha usa bixebitin mimkûne bibînin, wê hingê baş e, em qebûl dikin”.

Ewî her wiha tekez kirîye ku endamên din yên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  bi alîyê ermenî re di têkilîyê de ne.

Pûtîn gotîye: “Em, wek dewletek ku niha xebata di nav Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv de bi rê ve dibe, bê guman, wek endamên vê rêxistinê bi wan re di têkilîyeke domdar de nin. Û bê guman, em ê biryarên ku me li ser her pêşanîyê amade kirine pêşve bibin û bi wan re hevrêz bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button