H’emû nûçeSereke

Paşînyan di pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyan bi Adirbêcanê re  pêwîstîya diyalogê dibîne

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên bi Adirbêcanê re pêwîstîya dîyalogê dibîne.

Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan  bersiva pirseke “Armenpress” ê behs kirîye, behsa vê çavdêrîyê kirîye ku, paralel bi serdanên hevbeş yên pisporên Adirbêcanê û Ermenîstanê bo Bekûyê û Yêrêvanê, di gotara berpirs û zanyarên Adirbêcanê de tiştek naguhere.

Paşînyan gotîye: “Qismek ji ber nebûna dîyalogê ye ku ermenî dibînin ku di axaftina azêrîyan de tiştek naguhere û azêrî jî, di nirxandina xwe de, dibînin ku di axaftina ermenîyan de tiştek naguhere.Nakokîya 37 salî di encama 2 civînên 5 pisporan de nayê guhertin, divê pêvajoyek çêbibe da ku ew biguhere”.

21-22 ê mijdarê li paytexta Adirbêcanê Bekûyê bi beşdarîya 5 pisporên ku nûnertîya Ermenîstanê dikirin, nîqaşeke sivira gilover hatîye lidarxistin.Çend heftê berê jî li Yêrêvanê bi beşdariya pisporên Adirbêcanê nîqaşek bi heman rengî hatîye lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button