Vekirina girêdanên veguhastinê û bicîhanîna TRIPP wê bibe yek ji faktorên sereke yên avakirina aşîtîyê li herêmê:Xûdatyan

Di çarçoveya konfêransa veberhênerên korîdora veguhastin û ragîhandinê ya transkaspîyê ku li Taşkentê, paytexta Ûzbêkîstanê hatîye lidarxistin, wezîrê Ermenîstanêyî veguhastin û ragîhandinê Davîd Xûdatyan beşdarî civîna wezîrên veguhastinê yên Yekîtîya Avropayê, Asyaya Navîn, Kafkasyayê û herêma behra Reş bûye û di dema wê de gotarek raber kirîye. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye veguhastinê ragîhandîye.
Wezîr tekez kirîye ku di cîhana nûjen de, veguhastin roleke girîng di mîsogerkirina pêşkeftina civakî-aborî ya domdar de dilîze.
Veberhênanên di binesazîya veguhastinê de veberhênanên di pêşerojê de ne.
Wezîr axaftina xwe de destnîşan kirîye: “Di vî warî de, salên dawî de, li Komara Ermenîstanê ji bo baştirkirina tora avtomobîla xebateke mezin hatîye kirin û bernameyeke veberhênanê ji bo çêkirina avtomobîla “Bakûr-Başûr” tê bicîhanîn, ku ji sînorê Komara Îslamî ya Îranê heta sînorê Komara Gurcistanê dirêj dibe, bi dirêjahîya sêwirandinê ya 556 kîlomêtrê”.
Xûdatyan destnîşan kirîye ku projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji hêla hukumeta Komara Ermenîstanê ve hatîye pêşxistin, di heman demê de projeyeke stratêjîk ya veguhastin û lojîstîkê ye, armanca wê ew e ku ragîhandinên veguhastinê li herêmê bê vekirin û pêş bikeve, Kafkasya Başûr veguherîna navendeke transîtê ya sereke di navbera Rojhilat û Rojavayê, Bakûr û Başûr de.
Wezîr gotîye: “Vekirina girêdanên veguhastinê û pêkanîna projeya TRIPP, ku yek ji pêkhateyên projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ye, wê bibe yek ji faktorên sereke di avakirina aşîtî, aramî û serfirazîyê de li herêmê” û her wiha gotîye ku Ermenîstan piştgirîya xwe ji bo xurtkirina platforma hevrêzkirina “Rêya veguhestina navneteweyî ya transkaspîyê” dîyar dike û berfirehkirina fûnksîyonên wê maqûl dibîne.







