Wezîrê Êstonîyayêyî karên der Ararat Mîrzoyan re derbarê biryara vekirina balyozxaneya Êstonîyayêye li Ermenîstanê sala 2026 a agahî daye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi wezîrê Êstonîyayêyî karên der Margûs Sahkna re bi rêya têlefonê axivîye.
Wezîrê Êstonyayêyî karên der Ararat Mirzoyan derbarê biryara vekirina balyozxaneya Êstonîyayêye li Ermenistanê sala 2026 a agahdar kirîye.
Wezîr Mîrzoyan kêfxweşîya xwe ji bo vê biryara girîng ya Êstonîyayê anîye ziman û tekez kirîye ku ev bi rastî hevkarîya qewîn ya di navbera her du welatan de û berjewendîya hevbeş ya ji bo kûrkirina wê nîşan dide.
Hevpeyvînan li ser mijarên dualî û her weha mijarên pêkanîna bernameyên taybetî yên ku armanca wan pêşvebirina rojeva Ermenîstanê-Yekîtîya Avropayê ya bi heybet e, nîqaş kirine. Li ser karên pêşerojê nêrînên xwe parve kirine. Di nav warên din de, wana li ser mijarên hevkarîyê di têkoşîna li dijî gefên hîbrîdê rawestîyane.
Di çarçoveya pêşketinên herêmî de, wana li ser derfetên ku ji hêla pêkanîna bernameya ragîhandinê ya ” Rêya TRIP” ve têne peyda kirin, rawestîyane.







