Alên Sîmonyan baware heger Robêrt Koçaryan û Sêrj Sargsyan beşdarî hilbijartinên pêş de nebin, wê li Ermenîstanê muxalefeteke çêtir bê avakirin

Serokê parlamknta Ermenîstanê Alên Sîmonyan, wê bawerîyê de ye ku heger serokkomarên berê yên Ermenîstanê Robêrt Koçaryan û Sêrj Sargsyan beşdarî hilbijartinên parlamêntîyê yên pêşerojê nebin, li Ermenîstanê muxalefeteke çêtir dikare hebe.
Li gorî “Armenpress” ê, Sîmonyan hevpeyvîna bi rojnamevanan re li parlêmêntê, bi îşaret bi daxuyanîya Arman Tatoyan, serokê tevgera sîyasî ya “Baskên yekîtîyê”, ku gotibû, heger serokên berê yên Ermenîstanê Robêrt Koçaryan û Sêrj Sargsyan beşdarî hilbijartinan nebin, mimkûn e ku hukumeta heyî di hilbijartinên pêş de bê rakirin.
Alên Sîmonyan destnîşan kirîye ku ew di hin alîyan de bi Arman Tatoyan re hevfikir e.
Serokê parlamêntê gotîye: “Heger serokkomarên berê yên nehilbijartî, Sêrj Sargsyan û Robêrt Koçaryan, ku ji bo min qet nikarin wek serokkomarê Komara Ermenîstanê bên hesibandin, ji ber ku encamên hilbijartinê bawerî bi kesî neanîne, beşdar nebin, ew ê kampanyak û têkoşîneke pir balkêş be. Dibe ku, di wê rewşê de, li Ermenîstanê muxalefeteke me ya pir çêtir ji ya niha hebe.Lê ew ê vê yekê nekin, ji ber ku ew ê hewil bidin ku bi saya karbidestên berê, karsaz di opozîsîyonên yekdestdar de bi awayekî di parlamêntê de hebûnek hebe”.
Ewî piştrast kirîye ku li Ermenîstanê hilbijartinên azad têne lidarxistin.







