H’emû nûçeSereke

Civîna xebatê ya hevserokên komîsyona di navbera parlamêtvanên Ermenîstanê-Rûsyayê li Sankt Pêtêrbûrgê pêk hatîye

Şanda bi serokatîya cîgirê serokê parlamênta Komara Ermenîstanê, hevserokê komîtêya hevkarîya navparlamêntîyê ya di navbera  parlamanta Komara Ermenîstanê û parlamênta Fêdêrasîyona Rûsyayê Hakob Arşakyan ji bo beşdarbûna civîna xebatêye sêyemîn ya hevserokên komîtêyê bi serdana xebatê li Sankt Pêtêrbûrgêye.

Li gorî “Armenpress” ê, nav şanda  parlamanta Ermenistanê de nin parlamêntvanên  parlamêntê Vahê Xalûmyan, Alêksêy Sandîkov û Şîrak Torosyan.

Civîna xebatê 28 ê mijdarê pêk hatîye, mijara rojeva wê “Pêrspêktîvên pêşxistina hevkarîya navparlamêntarî ya Ermenîstan-Rûsyayê” bûye.

Di axaftina xwe ya pêşwazîyê de, Hakob Arşakyan tekez kirîye ku têkilîyên navbera parlamêntên Ermenîstanê û Rûsyayê di têkilîyên dualî de cihekî taybet digirin. Ewî zêde kirîye ku komîsîyona navbera parlamêntan wek platforma sereke ji bo dîyaloga avaker û xebata bibandor berdewam dike û destnîşan kirîye ku sala îsal bi xurtkirina dîyalogê bi Rûsyayê re derbaz bûye, gelek serdan û civînên hevbeş pêk hatine û têkilîyên di navbera serokên her du welatan de xwedî cewhereke berdewam bûne.

Di hevdîtinê de, alîyan li ser berfirehkirina hevkarîya qanûnî, û her weha bernameyên hevbeş û derfetên kûrkirina hevkarîyê di warên berjewendîya hevbeş de nîqaş kirine. Pêşxistina destpêşxerîyên ciwanan û perwerdehîyê û her weha kûrkirina hevkarîya mirovî û herêmî, tekezî li ser hatine kirin.

Cîgirê serokê konsêya  Fêdêrasîya Rûsyayê, hevserokê komîtêya hevkarîya navparlamêntarî ya di navbera parlamanta Komara Ermenistanê û Fêdêrasîya Rûsyayê de jî li ser girîngiya pêkanîna bernameyên hevbeş di gelek waran de, û her weha pêwîstîya pêşxistina hevkarîya navherêmî rawestîyaye.Ewî gavên ku di çarçoveya gelek çalakîyan de bi hev re bên avîtin  raber kirîye.

Alîyan amadebûna dualî ji bo berdewamîya dîyaloga çalek û beşdarbûna di pêşveçûyîna têkilîyên navbera parlamêntên Ermenîstanê û Rûsyayê de nîşan dane.

Di dawîya civînê de, biryar hatîye dayîn ku civîna 40 emîn ya komîsyona navbera parlamêntan di nîvê yekem yê sala 2026 a li bajarê Soçîyê bê lidarxistin.

Di çarçoveya serdanê de, şandeya parlamênta Komara Ermenîstanê beşdarî merasîma vekirinê ya heykelê admîralê mezin, qehremanê Yekîtîya Sovyêtê Hovhannês Îsakov bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button