Li bajarê Adirbêcanêyî Gabalayê bi serokatîya Mihêr Grîgoryan û Şahîn Mûstafayêv, civîna 12 emîn ya komîsyona nîşandana sînoran hatîye lidarxistin

28 ê mijdara sala 2025 a, civîna 12 emîn ya komîsyona nîşankirin û ewlekarîya sînorê di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê û komîsyona dewletê ya nîşankirina sînorê dewletê di navbera Komara Adirbêcanê û Komara Ermenîstanê li Adirbêcanêyî Gabalayê di bin serokatîya cîgirê serokwezîrê Komara Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û cîgirê serokwezîrê Komara Adirbêcanê Şahîn Mûstafayêv de pêk hatîye. Derheqa wê yekêda wezîreta karên der ragîhandîye.
Bi kêfxweşî hatîye destnîşankirin ku civîna 12 a ya komîsyonan li axa yek ji alîyan, bajarê Adirbêcanêyî Gabalayê pêk tê.
Di civînê de, alîyan lihevkirina ku di encama civîna 11 a ya 16 ê çileya sala 2025 a pêk hatîye, ji bo destpêkirina xebata berfireh ya li ser destnîşankirina sînorê dewletê ji beşa bakûr, ji xala hevgirtina sînorên Komara Ermenîstanê, Komara Adirbêcanê û Gurcistanê, û dû re jî di rêça başûr de, ji bakûr ber bi başûr heta sînorê Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê bi Komara Îslamî ya Îranê re, destnîşan kirine.
Alîyan li ser mijarên rêxistinî û têknîkî yên têkildarî tedbîrên sînorkirinê ramanên berfireh bi hev re parve kirine.
Her wiha rêbernameyên pêşnûmeyê yên li ser prosêdûra pêkanîna xebatên dîyarkirina sînoran hatine niqaşkirin. Cîgirê serokwezîrê Komara Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û







