H’emû nûçeSereke

“Brave Heart” ê ji mîlyonekê zêdetir temaşekirin derbaz kirîye û heta niha bûye vîdyoya temaşekirîye here zêde ya  “Eurovisiona zarokan 2025” /vîdyo/

Nûnerê Ermenîstanê Albêrt  di “Eurovisiona zarokan 2025” a de stirana «Brave Heart», ji 1 mîlyonekî zêdetir temaşe kirine û heta niha bûye vîdyoya herî zêde temaşekirî ya “Eurovisiona zarokan 2025” da.

Bidine kifşê ku vîdyo sê hefte berê li ser malpera fermî ya “Eurovisiona zarokan 2025” a hatîye barkirin.

“Strana “Brave Heart” li ser xewnan e û behsa rêya geş  ku me ber bi xewnên me ve dibe. Albert bang li me dike ku em wê ronahîya hundirîn winda nekin û bawerîya xwe bi hêza xewnan bînin. Albert dibêje, “Yê ku dilê wî wêrek be li pêş e” û ji me re tîne bîra xwe ku divê her kes wêrek be ku dilê xwe ji cîhanê re veke û evîn û ronahîya ku ji gerdûn û stêrkan tê qebûl bike”.

Bîr bînin ku nûnerê Ermenîstanê yê îsal di encama pêşbirkeke berê de hatîye hilbijartin, ku  80 êyî zêdetir serlêdan wergirtîye. Bi biryara komeke pisporan ya ji pisporên  herêmî û navneteweyî pêk tê, Albert Armênakyanê 12 salî wek çêtirîn hatîye nas kirin û ew ê di pêşbirka navneteweyî de ku wê 13 ê kanûnê li Tibîlîsîyê bê lidarxistin, Ermenistanê  raber bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button