H’emû nûçeSereke

Tamîrkirina tûrbogênêratorên li  stansîya Ermenîstanêye atomî berîya dema dîyarkirî qedîyaye: kapasîteya yekîneyê bi tevahî hatiye sererastkirin

23-30 ê mijdara sala 2025 a, li  stansîya Ermenistanêye atomî, sererastkirina navînî ya tûrbogênêratoran hatibû plankirin, ku bi girtina rêze-rêze ya tûrbogêneratoran pêk hatibû.Wek beşek ji sererastkirinê, hatibû plankirin ku yekîneyê heta 215 mêgavat kapasîteya êlêktrîkê bê daxistin.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye rêveberîya herêmî û binesazîyê ve hatîye ragîhandin.

Karmendên stansîya Ermenîstanêye atomî xebatên temîrkirinê bi wijdanî û bi karîgerîyeke bilind pêk anîne, ku ev yek jî gengaz kirine ku ew bi qasî 3 rojan berî dema dîyarkirî biqede.

Roja 28 ê mijdara sala 2025 a, ji seheta 17:40 deqe li stansîyayê qewata bilokê bi tevahî hatîye vegerandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button